Yûsûf Ok ê li Gimgimê hate kuştin li Grazê hate bîranîn

Yûsûf Ok ku 10'ê Cotmehê li Gimgimê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate kuştin, li bajarê Grazê yê Awûstûryayê hate bîranîn.

Civîna bîranînê roja Yekşemê li Navenda Civaka Demokratîk pêk hat û bavê çar zarokan Yûsûf Ok ku tevî çar kesan di wesayiteke sivîl de hate kuştin, hate bîranîn. Xizmên Ok jî tevlî civînê bûn.

Wêneyê Ok û ala PKK'ê li salona bîranînê hatin daliqandin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, Hevserokê Civaka Azad a Awûstûryayê Halîs Sever axivî. Sever got, Gelê Kurd wê her gavê xwedî li şehîdên xwe derkeve."

Sever işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, wê tecrîdê qebûl nekin û îradeya gelê Kurd wê bi vî rengî neşikê.

Ok ê 37 salî roja 10'ê Cotmehê li gundê Înalî yê navçeya Gimgim a Mûşê, tevî ku destên xwe bilindî hewayê kiribû, ji ber guleyên ji wesayita zirxî hatin reşandin, tevî 4 kesan hatibû kuştin. Leşkerê Tirk qedexe kiribû ku ji bo Ok li gundê wî konê sersaxiyê bê vedan.