YPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe yên li Dêra Zorê şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihadinê ya YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn ragihand. YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî.

YPG’ê têkildarî Pêngava Bagera Cizîrê agahî da û ev tişt got; "Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêra Zorê bi awayekî dijwar dewam dike. Di çarçoveya pêngavê de hêzên QSD, YPG û YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonan li dar dixin. Di encama operasyonan de şervanên pêngavê li bejahiya Dêra Zorê her bi pêş ve diçin."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "2 hevrêyên me yên di van operasyonan de li dijî DAÎŞ'ê bi lehengî şer kirin şehîd bûn" û ji malbatên şehîdan û gel re sersaxî xwest.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xwîna şehîdan wê li erdê nemîne û li ser nasnameya şehîdan ev agahî hate dayin:

Nasnav: Akif Berxwedan

Nav û Paşnav: Ehmed Bûbî

Navê Dayikê: Xense

Navê Bav: Hemîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Temir

Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 17 Sibat 2018

Nasnav: Mazlum Cudî

Nav û Paşnav: Mehmet Selîm Yîgît

Navê Dayikê: Nadîre

Navê Bav: Hûseyîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex 

Cih û dema şehadetê: Dêra Zorê / 18 Sibat 2018