Yilmaz: Qefesa ji hesin a 12'ê Îlonê şikest

Hevserokê Giştî yê SYKP Tûncay Ylmaz diyar kir ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê ne tenê ji bo Tirkiyeyê wê bandorê li şêwegirtina Rojhilata Navîn jî bike.

Hevserokê Giştî yê SYKP Tûncay Ylmaz diyar kir ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê ne tenê ji bo Tirkiyeyê wê bandorê li şêwegirtina Rojhilata Navîn jî bike. Yilmaz got, "Serketina HDP'ê di nava gelên me de rê li ber baweriyê vekir, ku li derveyî alternatîfên sermayeyê ye, alternatîfek dikare were afirandin û mezinkirin."

Hevserokê Giştî yê Partiya Rizgariya Jinûve ya Sosyalîst (SYKP) Tûncay Yilmaz, serketina HDP'ê ya di hilbijartinên parlamenteriyê yên 7'ê Hezîranê de ji ANF'ê re nirxand.

Yilmaz anî ziman ku Tirkiye û herêm ev demeke di nava turbulansa guherîn û veguherînê de ye û destnîşan kir ku ji hêzên lîberal heta Îslamî, ji sekuler heta otorîter, ji global heta herêmî hemû hêzan hewldaneke mezin nîşan dane ku vê atmosferê ber bi aliyê xwe ve bikişînin

'7'Ê HEZÎRANÊ BÛ XALEKE DIYARKER'

Yilmaz da zanîn ku çawa serhildanên gel ên bi navê 'Bihara Ereb', raperîna Gezî, êrîşkariya El Qaîde-Nûsra-DAIŞ, berxwedan û serketina Kobanê xalên diyarker bûn, hilbijartinên 7'ê Hezîranê jî ne tenê ji bo Tirkiyeyê di şêwegirtina tevahiya herêmê de xaleke diyarker e.

Yilmaz destnîşan kir ku HDP a bi ked û fedekariyeke gelekî mezin ava bû, ji bo hemû gelan, bindestan û kedkaran rêyeke karibin tê de bimeşin vekiriye, nîşanî gelan daye ku ji bilî alternatîfên sermayeyê, alternatîfeke din dikare were afirandin û mezinkirin. Yilmaz got, "Li gelemperiya welêt, bi taybetî jî li rojavayê Tirkiyeyê, qefesa ji hesin a darbeya 12'ê Îlonê li dora gelan ava kir hat parçekirin û yekemcar ew atmosfera bêhêviyê ya piştî hilweşîna reel sosyalîzmê derket holê, ji hev belav bûye."

'ERDOGAN Û YÊN DERDORA WÎ WÊ WEKE SÛCDARÊN ŞER HEBAP BIDIN GELAN'

Yilmaz da zanîn ku serketina HDP'ê, hêviya serketinê ya kedkar û karkeran, baweriya ji afirandina alternatîfa xwe daye gelan û anî ziman ku AKP'ê di tevahiya pêvajoya hilbijartinê de ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêle li gelemperiya Tirkiyeyê teror meşandiye. Yilmaz, ji Derya Reş heta hemû bajarên Kurdistanê, êrîşên li gelek navendan li hemberî HDP'ê hatin kirin bibîr xist û got, "AKP'ê qîma xwe bi van astengiyên bi derfetên dewletê re neanî û bi destê çeteyên Huda Par, Hîzbûllah û DAIŞ'ê hewl da komkujiyên mezintir bike. Tevahiya cîhan baş dizane ku berpirsyarê sereke yê bombeya li mîtînga li Amedê hat teqandin, êrîşa li hemberî mîtînga li Erzîromê hat kirin û hevrêyên me yên hatin qetilkirin, AKP û Recep Tayyîp Erdogan in. Serokkomar Erdogan ê ku nikare xwe li serketina HDP'ê rabigire, serketina YPG'ê ya li Girê Spî jî nikare qebûl bike. Ji ber ku gelekî baş dizane, eger ev pêvajo bi serketina 'Zîhniyetê HDP'ê bi encam bibe, wê Erdogan û yên li derdora wî, mîna sûcdarên şer hesabê bidin gelan."

'DIVÊ SERKETINA HILBIJARTINÊ VEGUHERE HÊZEKE RÊXISTINBÛYÎ YA GEL'

Yilmaz destnîşan kir ku divê serketina HDP'ê ya hilbijartinê veguhere hêzeke rêxistinbûyî ya gel û destnîşan kir ku ew ê rêxistinbûyîna xwe ya li ser bingehên avabûna HDP'ê dewam bikin.