YE’yê destûra petrolê da muxalefeta Sûriyeyê
YE’yê destûra petrolê da muxalefeta Sûriyeyê
YE’yê destûra petrolê da muxalefeta Sûriyeyê
Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE), biryar girtin ku ambargoya petrolê ya li ser rejîma Sûriyeyê dom bike, lê ji bo muxalefetê bê rakirin.
Wezîrên Karên Derve yên YE’yê ku li Luksemburgê hatin cem hev, di derbarê ambargoya petrolê ya li ser Sûriyeyê biryar girtin. Li gorî biryarê, ji bo firotina petrola Sûriyeyê, wê bi riya Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Muxalîf û Şoreşger a Sûriyeyê destûr bê dayîn. Lê ambargoya li ser rejîma Baas dê dom bike.
Di biryaran de her wiha hate gotin ku, şîrketên Ewropî dikarin teknolojiya hilberîna petrol û gazê bifiroşin muxalîfan û li herêmên dibin kontrola muxalîfan de razemeniyê bikin. Her wiha ji bo her karekê wê destûra koalîsyona muxalefetê bê girtin.
YE’yê di îlona 2011’an de ambargo danîbû ser Sûriyeyê û kirîna petrolê ya ji vî welatî û razemeniya li vir qedexe kiribû.