YBŞ û YJŞ'ê salvegera 3. a rizgarkirina Şengalê pîroz kirin

Fermandariyên YBŞ û YJŞ'ê 13'ê Mijdarê salvegera 3. a rizgarkirina Şengalê li civaka Êzidî, gelê Kurd û hemû gelan pîroz kirin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi wesîleya salvegera 3. a rizgarkirina Şengalê daxuyaniyên nivîskî dan.

YBŞ: HETA ŞENGALEKE XWESER Û AZAD EM Ê BÊ NAVBER BIXEBITIN

Di daxuyaniya Fermandariya YBŞ'ê de di şexsê Şehîd Berxwedan û Berîvanan de hemû cangoriyên berxwedan û serketina Şengalê de canê xwe feda kirine hatin bîranîn.

Fermandariyê bi bîr xist ku ji roja vekirina korîdora mirovahiyê heta 13'ê Mijdara 2015'an roja rizgarkirina Şengalê gelek hevalên wan ên leheng şehîd bûne û got, divê rizgarkirina bajarê Şengalê weke berhem û encama vê têkoşîna bilind bê nirxandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi saya cangoriyan û felsefe-bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava 4 salên têkoşîn û berxwedanê de gelek destketî û serketinên mezin afirîn.

Fermandariyê, şehadeta Mam Zekî Şengalî ya ji ber êrîş balafirên şer ên artêşa Tirk bi bîr xist û diyar kir ku ev yek dewama fermana 73'an bû.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, her çiqas ji bo tinekirina vîn û baweriya civaka Êzidî êrîş û komployên qirêj hatibin kirin jî berxwedana ku mîrateya şehîdan e kêlî bi kêlî mezin bû û wê her mezin bibe.

Fermandariyê diyar kir, ji bo pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan, ji bo Şengaleke xweser û azad wê karê wan her dewam bin û got, "Herî dawî çûyîna me ya Sîba û Til-Ezer û mayîna hêzên me li vir, encama vê berxwedan û têkoşîna tola şehîdan a çar salan e."

Di dawiya daxuyaniya Fermandariya YBŞ'ê de hate gotin, "Li ser vê bingehê em carekê din di sêyemîn salvegera rizgarkirina Şengalê de vê rojê li tevahî gelê xwe pîroz dikin û di şexsê hevrê Mam Zekî Şengalî de hemû şehîdên nemir ên berxwedana bêhempa ya Şengalê birêz û bi minnet bi bîr tînin. Heta serketin û azadiyê em ê têkoşîn û berxwedana xwe gş bikin û bi rol û mîsyona xwe rabin."

YJŞ: BERXWEDANA ME ROJ BI ROJ MEZIN DIBE, EM Ê HEMÛ ÊRÎŞAN BIŞIKÎNIN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) jî di şexsê Mam Zekî Şengalî, Bêrîvan, Têkoşîn, Nazê û Nûjiyanan de hemû şehîdên berxwedana Şengalê bi rêzdarî bi bîr anî û soz da ku wê heta azadiya jinê û xweseriya Şengalê têkoşînê geş bikin.

Di daxuyaniyê de fermanên heta niha li civaka Êzidî rabûne hatin bibîrxistin û hate gotin, bi pêşengiya jinên Êzidî berxwedaneke leheng li dijî vê zilmê hatiye kirin.

YJŞ'ê bi bîr xist ku fermana 3'ê Tebaxa 2014'an jî ji bo tinekirina ol û çanda Êzidiyatiyê hate kirin, lewma bi hezaran jinên Êzidî dîl hatin girtin.

Fermandariyê ragihand, bi pêşengiya şervanên azadiyê, yekîneyên parastinê YBŞ û YJŞ'ê ev êrîş şikandin û bi saya têkoşîn û berxwedaneke mezin îro ew li ser erdnîgariya xwe gelê xwe diparêzin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji fermana 3'ê Tebaxê heta 13'ê Mijdara 2015'a roja rizgarkirina bajarê Şengalê bi sedan hevalên wan şehîd bûne.

Fermandariya YJŞ'ê diyar kir, hêzên faşîst ên nîjadperest hîn jî serketina Şengalê hezm nekiriye û mîna êrîşa 3'ê Adara 2017'an û şehîdxistina Mam Zekî Şengalî, ji bo şikandina berxwedanê û tinekirina vîna civaka Êzidî her êrîşan dikin.

YJŞ'ê destnîşan kir ku berxwedana wan û ya civaka wan li dijî êrîşan roj bi roj mezin dibe û wê hemû êrîşên faşîst ên komkujer bişikînin.

Di dawiya daxuyaniyê de 13'ê Mijdarê salvegera 3'an a rizgarkirina bajarê Şengalê li gelan hate pîrozkirin û ji bo şikandina sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê banga xurtkirina têkoşînê hate kirin.