Xwestin tazî li ser Kudak bigerin, ji ber ku qebûl nekir êşkence lê kirin

Bekîr Kudak ê girtî ku sirgûnî Kayseriyê kirin, ji ber ku qebûl nekir ku xwe tazî bike û wiha li ser wî bigerin êşkence lê hate kirin.

Bekîr Kudak ê girtî ku 9'ê Tîrmehê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa F'yê ya Edene sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Kayserî Bunyanê kirin, êşkence lê hate kirin.

Kudak li her du girtîgehan jî dema derketin û ketinê ji bo ku qebûl nekir li devê wî bigerin û ser wî tazî bikin û wiha wî seh bikin qerdiyanan êşkence lê kir.

Kudak dema sigûnê di rîngê de jî jandarma êşkence lê kiriye û piştî 15 rojên pêvajoya karantînayê ew birine koxuşa normal.