Xizmên windayan li Amed û Êlihê çalakî lidarxistin

Xizmên Windayan li Amedê ji bo ku li aqûbeta Zekî Altûnbaş û li Êlihê jî li aqûbeta Hurmuz Dîrîl bipirsin hatin ba hev.

Xiznên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên şaxên Amed û Êlihê çalakiya xwe “Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin” berdewam dikin.

Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê di hefteya 675’an de li ber Peykerê Mafê Jiyanê yê li Parka Koşuyolu li dar xistin, wêneyên windayan hildan û li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer werin darizandinê.

Vê hefteyê li aqûbeta Zekî Altûnbaş ê di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de di binçavan de hat windakirin pirsîn. Altûnbaş dema hatiye windakirin xwendekarê zanîngehê bûye.

Ewilî Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku ew tevlî malbatên windayan, girtiyan û kesên hatine qetilkirin daxwaza edaletê diomînin û li hemberî bêcezahiştinê têkoşîna xwe didomînin. Zeytûn destnîşan kir ku xwesteka wan edaletê ji nedîtî ve tê.

Zeytûn bal kişand ser doza darizandina kujerên Tahîr Elçî jî û xwest kujer werin cezakirin. Zeytûn da zanîn ku daraza ku kujeran bêceza dihêle bi teref tevdigere.

Pişt re jî Rêveberê ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz jî serpêhatiya windakirina Zekî Altûnbaş parve kir û got dema ew hatiye windakirin li Zanîngeha Enqereyê xwendekarê beşa matematîkê bûye û ew di nîsana sala 1981’an de li Çanakkaleyê tê binçavkirin û dibin Yalovayê. Akdenîz anî ziman kut ê îdiakirin ku Altûnbaş ji keştiyê avêtine behrê û ji wê rojê ve tu agahî jê nayê wergirtin. Akdenîz got hemû hewldanên ji bo dîtina Altûnbaş bêencam dimînin.

Akdenîz diyar kir ku ew dixwazin kujerên Altûnbaş di salvegera windakirina wî ya 42’yemîn de werin dîtin û her çiqas dem derbas bibe jî wê ji bo Altûnbaş û hemû windayan têkoşîna wan a edaletê berdewam bike.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH

Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê di hefteya 512’an de li ber Peykerê Mafê Mirovan li serê Kolana Gulistanê çalakiya heftane li dar xistin û wêneyên windayan hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Hurmuz Dîrîl ê bi hevjîna xwe Şimonî Dîrîl re di 8’ê çileya 2020’an de li gundê Mehrî yê bi ser navçeya Bêşebaba Şirnexê ve hatibûn windakirin pirsîn. Cenazeyê Şimonî Dîrîl piştî 70 rojan hatibû dîtin. Di çalakiyê de rêveberê ÎHD’ê Yunus Bagiş daxuyanî da û behsa windakirina her du hevjînan kir û got windakirina wan nayê qebûlkirin. Bagiş destnîşan kir ku got kujerên windayan ji salên 80’yî bigire heta îro nehatine darizandin û bêceza hatine hiştin û serbest digerin.