Xebatkarên Metro ya Stockholmê polîtîkayên taybetkirinê protesto kir
Xebatkarên Metro ya Stockholmê polîtîkayên taybetkirinê protesto kir
Xebatkarên Metro ya Stockholmê polîtîkayên taybetkirinê protesto kir
Karkerên paqijî, gîşeya bîletan û makînîstan a di metroya Stockholmê de ji bo şert û mercên xerab yê xebatê prostesto bikin çalakî pêk anîn.
Çalakiya li Parqa Ralambhovs pêk hat de sendîkavan û xebatkaran axivî û diyar kirin ku ev 3 sale MTR ya tekela Çînê ya Metroyê didin xebitandin pêkanîn rexne kirin. Hikûmet û Meclisa Giştî ya Stockholmê rastî bertekên tund hatin.
MTR ya ku navenda wê li Hong Kongê ye, piştî metroya Stockholmê girtiye heta niha, şert û mercên xebata personelan xerab kiriye û sererastkirinên ku ewlehiya kar ji holê radike, pêk anî. Her wiha hat gotin ku xalên peymana hatiye îmzekirin jî binpê dike.
Serokê Sendîkaya Seko Janne Ruden diyar kir ku piştî kargeriya metroyê dewrê fîrmayên taybet hatiye kirin şûnde, Meclisa Giştî ya Navendî berpirsyarî negirt ser xwe.