Xaça Sor wê ji bo Efrînê li Girava Gotlandê çalakiyê li dar bixe

Xaça Sor wê li Girava Gotland a Swêdê, tevî rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî xwepêşandanekê li dar bixe û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, kuştina sivîlan bi van êrîşan şermezar bike û destekê bide berxwedana gelê Efrînê.

Di malpera înternetê ya Girava Gotlandê de daxuyaniyek di vê der barê de hate weşandin û hat gotin, dewleta Tirk li Efrînê gelek qanûnên navneteweyî bin pê dike, li dijî sivîlan şerê tinekirinê dike û bêdengiya Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî vê komkujiyê hate rexnekirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Yekîtiya Ewropa û welatên wê yên endam ji bo pêşî li hatina penaberan bigirin dixwazin bi Tirkiyeyê re xweşhal be û hat gotin, "Tu jî were û piştgiriya xwe nîşan bide. Bê û ji bo aştî û azadiyê xwepêşandanê li dar bixe." Bi vê daxuyaniyê bang li gelê Gotlandê hate kirin ku piştgiriyê bide Efrînê.

Xwepêşandan wê li Meydana Ostercentrûmê ya li Vîsby, 23'ê Sibatê roja Înê saet 16'an dest pê bike.

Girava Gotlandê li Derya Baltikê ye û 25 hezar jê li Vîsby, bi giştî 58 hezar kes lê dijîn.