Wezareta Karên Derve ya Elman xwest şerê li Efrînê û Gûta biqede

Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê bi daxuyaniyekê hişyarî da ku 'dorpeçî' ya li ser Efrînê wê êşên gelê sivîl girantir bike.

Di daxuyaniya wezaretê de işaret bi kuştina sivîlan di şerê Gûta Rojhilat de û ji rejîmê xwest ku êrîşên xwe bisekinîne û rê li ber alîkariya însanî veke.

Wezaretê diyar kir ku agahiyên ji Efrînê tên jî 'cihê fikarên mezin e' û li gel bilêvkirina 'fikarên ewlekariyê' yên Tirkiyeyê, di mijara sivîlan de hişyarî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Agahiyên ji Bakurê Sûriyeyê ji Efrînê tên rê li ber fikarên mezin vedikin. Li gel berjewendiyên ewlekariyê yên Tirkiyeyê jî, em di wê baweriyê de ne ku dorpêçiya tê ferzkirin wê êşên gelê sivîl girantir bike."

Di daxuyaniyê de bang li hemû aliyên li Sûriyeyê şer dikin kir ku dawî li şer bînin.