Wesayîta leşkerî li zarokekê qelibî: Zarok mir

Wesayîta leşkerî ya Fermandarê Artêşê yê 3’emîn ê Erziromê jî li nav ku bi lez li navçeya Xelat a Bedlîsê li zarokekê qelibî. Di qezayê de zarokê 10 salî yê bi navê Eyub Kirtay mir.

Li Taxa Sanayî ya navçeya Xelat a Bedlîsê wesayîta leşkerî ya bi pîlaqeya sivîl li zarokekê qelibî. Di qezayê de zarok mir.

Wesayîta bi pîlaqeya 25SH249 ku Fermandarê Artêşê yê 3’emîn ê Erziromê î di nav de ku îro ji Malazgirtê ji çalakiya ‘Pîrozbahiyên Serketinê’ vedigeriya û bi lez bû, li zarokê 10 salî ku sêvên yê bi navê Eyub Kirtay ku sêvên ji darê ketî kom dikir, qelibî.

Di dema qeilbînê de apê Kirtay ji bo wesayîtê bide rawestandin xwe bi wesayîtê ve kir.

Tevî vê jî wesayîta leşkerî ya ku nesekinî, bi kêlometreyan apê zarok kaş kir, heta Fermandariya Jendermeyan a Xelatê bir.

Eyup Kirtay ê birin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.