Way li minê, Erdogan çi anî serê xwe?

Artêşa dagirker ya digot, 'Di nava çend rojan de ez Efrînê dagir bikim' nema dizane çawa windahiyên xwe veşêre û Erdogan xwe heta qirikê xist çiravekê û nema dizane çawa jê derkeve… way li minê vî dîktatorî xwe xist bela kê.

Artêşa ji xwe razî ya Tirkiyeyê beriya bi mehekê dest bi êrîşa xwe li ser xaka Efrînê kir. Tîroksîna balafirên xwe dagirt, sîlahên xwe yê nû piştî ceribandinê berê wan da Efrînê û bi deh-hezaran çete jî dan kêleka xwe û ber bi Efrînê ve ketin rê Way li minê ji wan were Cerablûs û Ezaz e û di nava çend saetan de wê bigirin. Lewra serokê ku porê xwe baş şeh kiribû û gerfêta herî xweşik li xwe kiribû derket ser televîzyonan û got, 'ez ê di nava çend rojan de Efrînê bigirim'... way li minê wekî ku dayika min dibêje.

Parêzvanên Efrînê beriya ku ev êrîş jî dest pê bike gotin "Efrîn wê nebe ya dagirkeran" sozek bêhna berxwedana Kobanê û Serêkaniyê jê difûre. Bi sed-hezaran Efrîniyan jî gotin "Em her li pişta şervanên xwe ne" û hem aliyê duyem ji yê ewil bawer e û hem yê yekem hêza xwe ji yê duyemîn digre .. way li min ma wê kes karibe bi vê vîn û îradeyê.

Şer dest pê kir. 72 balafirên herî pêşketî dest bi bombebarana Efrînê kirin. Ji xwe wan balafiran sivîl, ax, av, dar… hwd. her tişt dan ber xwe, pê re bi sedan topavêjan topên xwe avêtin ser gundên Efrînê. Hemwextî wê bi hezaran leşker û fermandarên duyemîn artêşa NATO'yê û bi wan bi deh-hezaran çeteyên xwefiroş ketin rê û çavê wan li bajarê Zetûnan e… way li minê van xwe xist çi belayî.

Bi destpêkirina êrîşê re Dersim û Canşêr wekî du lehengan li ser girekî li beramberî sînorê Tirkiyeyê xaka welatê xwe diparastin û bi rûkenî Canşêr ji hevreyê xwe re got, 'dem hat em rojên ciwantiya xwe vegerînin û bila ev xezal carek din tîlîliyan bavêje û vê xakê ji van segbavan re bike dojeh'. Dersim jî vegerand û got 'Bi Xwedê roj roja me ye, bila careke din zanibin bê Kurd kî ne'. way li minê ev çi qehreman û çeleng in.

Wekî Dersim û Canşêr bi hezaran şervan û lehengên ku parastina Efrînê dikin û gotina wan her ew e 'wê ti carî derbasî Efrînê nebin, eger bû jî wê di ser laşê me re be'. Roj bi roj derbên giran li artêşa ku dixwaze wan qir bike û koka wan biqelîne lê yê li Efrînê hatin qelandin tank û teknîka artêşa dagirker bû. Gir û gundên Efrînê bûn şahidê gelek destanên lehengiyê û gelek dizên mirîşkan ser xaka wê hatin kuştin û her berxwedanî mezin dibe … way li minê qey ev Kurdan nas nakin.

Mehek derbas bû, şervan wekî di şahiyekê de ne. Her yek ji wan bi qasî welatekî bi hêz e û xwedî moralekî ewqas bilind e û ji xwe gotina 'ez xwe fedayî xaka xwe dikim', tu ji her yekî ji wan dibhîze. Artêşa dagirker ya digot, 'Di nava çend rojan de ez Efrînê dagir bikim' nema dizane çawa windahiyên xwe veşêre û Erdogan xwe heta qirikê xist çiravekê û nema dizane çawa jê derkeve… way li minê vî dîktatorî xwe xist bela kê.