Unite the Union bi Efrînê re ye

Dîrektorê navneteweyî yê mezintirîn sendîkaya karkeran a Brîtanyayê Unite the Union Sîmon Dûbbîns got, helwesta wan a li dijî dagirkirina Efrînê wê bidome.

Dîrektorê navneteweyî yê mezintirîn sendîkaya karkeran a Brîtanyayê Unite teh Union Sîmon Dûbbîns êrîşa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê weke "rezîltiyê" bi nav kir û got, "Eger em li şûna xwe rûnên û tenê li rewşê temaşe bikin, ev ê jî bibe rezîltiya me."

Unite, bi 1.5 milyon endamên xwe yên qeydkirî mezintirîn rêxisitna kedê ya li Îngilîstan û Gallerê ye. Dîrektorê sendîkayê Dûbbîns, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re nirxand.

DIVÊ ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ WERIN SEKINANDIN

Sîmon Dûbbîns bi bîr xist ku Unite the Union di vê mijarê de heta niha helwesteke gelekî zelal nîşan daye û timî piştî dane hêzên demokratîk. Dûbbîns got, "Me her tim hewl dan bi rengekî vekirî piştgiriyê bidin xwişk û birayên xwe yên Kurd û têkoşîna wan" û bi bîr anî ku piştî êrîşên li ser Efrînê dest pê kirin wan daxuyaniyek dan: "Di daxuyaniya xwe de me destnîşan kiribû ku êrîşên Tirkiyeyê rezalet e. Divê êrîşên li ser Efrînê tavilê werin sekinandin. Pêwîste dewleta Brîtanyayê hêza xwe ya pêkanînê bi kar bîne û zextê li Tirkiyeyê bike ku êrîşên xwe rawestîne."

ÊRÎŞÎ CIHÊ HERÎ EWLE DIKE

Bi dewamî Dûbbîns got, "Di vir de tişta herî rezalet ew e ku Tirkiye êrîşî cihê herî ewle dike" û anî ziman ku Efrîn ji bo penaberên ji şer reviyane bûye stargehek. Sîmon Dûbbîns wiha dewam kir: "Li Efrînê YPG/YPJ/PYD'ê sîstemeke gelekî taybet afirandin. Di nava vê sîstemê de hemû gel bi rengekî wekhev cih digirin û her kes, her kom di nava vê sîstema demokratîk de xwedî maf in." Dûbbîns got, "Tirkiye dema êrîşê vê derê dike, rezîlltiya xwe radixe pêş çavan. Derewan dike ku Efrîn kampeke leşkerî ye ji bo êrîşî Tirkiyeyê bike. Tişta herî nebaş jî ew e ku Tirkiye şervanên DAÎŞ'ê û endamên El Nûsrayê di vê êrîşê de bi kar tîne, cih dide wan, alîkariyê dide wan."

JI BO MIROVAHIYÊ ŞER KIRIN

Dûbbîns destnîşan kir ku YPG/YPJ li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û got, "Ev yek ne tenê ji bo Kurdan kirin, lê ji bo mirovahiyê kirin. Eger em îro li şûna xwe rûnên û li êrîşan temaşe bikin ev ê jî ji bo me bibe rezîltî. Bila her kes piştrast be, weke hêzên demokratîk em ê hewl bidin van êrîşên Tirkiyeyê rawestînin."

Dûbbîns diyar kir ku li Efrînê operasyon nîne, li Efrînê hewldana dagirkeriyê heye û got, "Tirkiye êrîşî sivîlan dike, bombeyan li mirovên bê guneh dibarîne." Dîrektorê Sendîkaya Unite Dûbbîns anî ziman ku Tirkiye her wiha li pey xalîkirina etnîkî ye û wiha dewam kir: "Erdogan hewl dide herêmê ji aliyê etnîkî ve paqij bike. Dixwaze penaberên ku destekê didin dewleta wî li vir bi cih bike; dixwaze endamên DAÎŞ û El Nûsra bi cih bike û li gorî xwe bike herêmeke ewle. Ev yek ne tenê dagirkirina Efrînê ye. Ev, êrîşeke ku ji bo dagirkirina Minbicê û piştre jî herêmên din ên Kurdistanê ye."

NAMEYEKE VEKIRÎ JI BO JOHNSON NIVÎSANDIN

Dûbbîns bi bîr xist ku bi navê Sendîkaya Unite wan nameyeke vekirî ji bo Efrînê ji Wezîrê Karên Derve Borîs Johnson re nivîsandin û di nameyê de destnîşan kirine ku divê bi rengekî vekirî vê êrîşê weke rezîltiyê bi nav bikin û tavilê bidin sekinandin.

Sîmon Dûbbîns bi bîr xist ku Tirkiye û Îngilîstan endamên NATO'yê ne û got, "Li pêşberî hewldaneke dagirkeriyê ya bi vî rengî rezîl, diviyabû Brîtanyayê zûdeyî Tirkiye rawestandibûya."

'NEBE HEVPAR Û REZÎL NEBE'

Dûbbîns ji ber gotina "Ji bo ewlekariya xwe dikin" Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê Johnson rexne kir û got, "Ji ber ku eşkere û zelal e; Tirkiye veguherî dewleteke gelekî agresîf û otorîter. Dewleteke ku li Cizîr û Sûrê bombe li gelê xwe barand. Bi hevkariya vê hewldana dagirkeriya Tirkiyeyê re, bi meşrûkirina hewldana xalîkirina etnîkî xwe rezîl neke."

KAMPANYA JI BO OCALAN DEWAM DIKE

Dîrektorê navneteweyî yê Unite the Union Sîmon Dûbbîns herî dawî got, "Ocalan girtiyekî siyasî ye. Tecrîda li ser Ocalan ne ya qebûlkirinê ye" û anî ziman ku wê kampanya xwe ya ji bo destpêkirina hevdîtinên aştiyê û azadiya Ocalan bidomînin.