Tûncel: Rengê pêvajoyê wê bi berxwedana me diyar bibe

Sebahat Tûncel ku di greva birçîbûnê de ye got, "Bila gumana kesî jê tine be; grevên birçîbûnê yên li zindanan û li derve zorê didin desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê."

Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel ku li Girtîgeha Kandirayê dîlgirtî ye, ji 15'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Tûncel li ser berxwedana grevên birçîbûnê û girîngiya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê ji ANF'ê re axivî. Tûncel di destpêka hevpeyvînê de Newroz li her kesî pîroz kir.

Sebahat Tûncel bi bîr xist, Leyla Guven endameke Tevgera Jinên Kurd e ku bi salan e ji bo azadiya jinê têdikoşe û diyar kir, ji bo avakirina sîstemeke azadîparêz têdikoşe.

Tûncel destnîşan kir, destwerdana bi grevên birçîbûnê dest pê kir, di demekê de ku siyaset pirsgirêkên civakî bêçareserî dihêle, bû wesîleya afirandina hêviyekê.

Tûncel bi bîr xist, berxwedana grevên birçîbûnê pêl bi pêl li çar aliyên dinyayê belav bûye û got, "Pê piştrast im ku berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven û gelek hevrêyên jin wê bi ser bikeve. 'Hiqûqa taybet' û polîtîkaya îzolasyonê ya ku niha li Îmraliyê tê bicihanîn, di şexsê Birêz Ocalan de li dijî gelên Tirkiyeyê hemûyan e. Bidawîbûna tecrîdê ne tenê ji bo Kurdan ji bo gelên Tirkiyeyê hemûyan wê bibe destpêka pêvajoyeke nû û girîng."

Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel destnîşan kir, yekane rêya derketina ji tarîtiya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, berxwedana li dijî fazîm û tecrîdê ye ku Leyla Guven pêşengiyê jê re dike û bi hezaran kes dimeşînin.

BERXWEDAN ZORÊ DIDE DESTHILATDARIYA FAŞÎST

Tûncel diyar kir, divê kes jê nekeve gumanan û got, "Berxwedana li zindanan û li derve zorê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê. Ji ber vê yekê ji bo têkbirina tecrîdê bi her rê û rêbazê êrîş dike û hewl dide ku nehêle raya giştî bi daxwazên berxwedêran bihese. Yên ku mafên qanûnî û destûrî yên Birêz Ocalan desteser kirin û hewl didin bi polîtîkaya tecrîdê têkiliya wî ya bi civakê re qut bikin, wê hewl bidin ku berxwedana ji bo naskirina mafên Birêz Abdullah Ocalan neyê bihîstin. Lê belê biryardariya çalakgeran zorê dide destilatdariya faşîst."

HEVALÊN BERXWEDÊR HEMÛ BI COŞ Û MORAL IN

Tûncel bi bîr xist, li girtîgehên Tirkiyeyê hemûyan girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê li ber xwe didin û ji 1'ê Adarê ve bi hezaran girtî û hikumxwar di greva birçîbûnê de ne.

Sebahat Tûncel got, "Biserketina berxwedana me wê pêşî li rêyekê welê veke ku hem pirsgirêka Kurd li ser bingeha azadî û wekheviyê çareser bibe, hem jî Tirkiye demokratîk bibe û li Rojhilata Navîn hevgirtinek li ser bingeha aştî, wekhevî û demokrasiyê pêk were."

Hevseroka DBP'ê silavên xwe li Leyla Guven, Nasir Yagiz û berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan kir û bang li her kesî kir ku vê berxwedanê mezin bikin.

YEK JI ME NE AZAD BE, KES NE AZAD E

Tûncel da xuyakirin, piştgiriya ji bo çalakiya wan ji bo têkoşîna azadiya jinê û paşeroja azad demokratîk a gelên Tirkiyeyê gelekî girîng e û got, "Li Tirikyeyê yên ku li ber sîstema heyî radibin, yên dixwazin pêşî li azadî û demokrasiyê vebe, yên dixwazin mafên mirovan û azadî bi rengê ku li rûmeta mirovahiyê tê bê misogerkirin; divê li her devera lê ne berxwedanê û têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin. Eger yek ji me ne azad be, kesek ne azad e. Eger li cihekî şer û zilm hebe kes ji me xwe ewle nabîne. Ji ber vê yekê dem hatiye ku em ji bo aştî û azadiya li Rojhilata Navîn refên xwe bişidînin, piştgiriyê xurt bikin û bêdengiyê ji ser xwe biavêjin."

RENGÊ PÊVAJOYÊ WE BI BERXWEDANA ME DIYAR BIBE

Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel di dewama hevpeyvînê de hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê jî nirxand û got, "Hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê ji bo azadî û demokrasiyê girîng in. Ji bo pêşî li sazîbûna faşîzmê were girtin û faşîzm bê qelskirin, ji bo xurtkirina azadî û demokrasiyê girîng e. Lewma pêwîste gelê me biçe ser sindoqan, dengê xwe bide û xwedî li dengê xwe derkeve.

Di dawiya dawî de ya ku reng û rêveçûna pêvajoyê diyar bike berxwedana me ye. Divê kar hemû li ser vê bingehê were kirin. Eger xebatkarên me hemû bi rengekî bi moral, coş û baweriya bi serketinê nêzî berxwedanê bibin wê ev yek bibe sedem ku gel bi ser bikevin. Berxwedan wê bandorê li encamên hilbijartinê jî bike. Serketinê ji hevalên karê hilbijartinê dikin û gelê me re dixwazim. Li gel, zext, êrîş û cihêkariyê jî piştrast im ku HDP wê mohra xwe deyne binê serketinên hîn mezintir û gelê me wê li dora dirûşma 'Ya me ye' bibe yek. Serketin a me ye."