Tuncel: Pêşeroja Tirkiyeyê li Îmraliyê dîl hatiye girtin

Tuncel: Pêşeroja Tirkiyeyê li Îmraliyê dîl hatiye girtin

HDK 2'emîn Kongreya xwe ya Giştî li Navenda Çanda Kocatepe pêk anî. Di hemû axaftinên li kongreya HDK'ê de greva birçibûnê hate ziman. Parlementerê Stenbolê Levent Tuzel diyar kir ku, 64 girtiyên ku di 12'ê Îlonê de dest bi grevê kirin, niha vegeriya ye serhildana mezin. Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî diyar kir ku, girtiyên li zindanan ketine greva birçîbûnê ji bo azadî û aramiya gelê Tirkiyeyê bedena xwe dane ber mirinê. Parlementerê BDP'e yê Mêrsîne Ertugrul Kurkçu jî wan çû dît û wiha got: "Kesên ketine greva birçîbûnê wekî abîdeya berxwedanê ne.”

Kongreya Gelan ya Demokratîk 2'emin Civata Giştî ya Mezin li Salona Çandê ya Kocatepe pêk anî. Di civaka Giştî ya HDK'ê de Hevserokê Giştiyê yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, Wekîla Koma BDP'ê Pervin Buldan, Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Yavuz Onen û Fatma Gok, Serokê Giştî yê ÎHD Ozturk Turkdogan, Endamen Sazûmankar yên HDP'ê Yusuf Çetin, Ferhat Tunç, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Parlementerên BDP'ê Ertuðrul Kurkçu, Mulkiye Bîrtane, Erol Dora, Sebahat Tuncel, Parlementerê Stenbolê Levent Tuzel, Parazvanê Mafên Mirovan Akin Bîrdal, Serokê Giştî ya SES'ê Çetin Erdolu, Serokê Giştî yê PSAKD'ê Kemal Bulbul, Serokê Giştî yê berê yê TTB'ê Gençay Gursoy û delegeyên kongreyê amade bûn. Ji bo dîwanê Yavuz Onen, Sevtap Akdag, Pervin Oduncu, Yasemin Ozturk, Dîlek Yagli hatin hilbijartin.

Axaftina destpêkê Serokê Dîwanê Yavuz Onen bi Kurdî kir û wiha got: "HDK mîsyonek dîrokî daniye ser pişta xwe. Ji bo vê yekê jî tora rêxistinbûnê daye pêş xwe. Em li dijî rejima înkar û îmhayê û parastina mafê azadiyê dibin banî. Dema ku êdî hemû siyasetên demokratîk di sîtilekê de bikelîne. Divê em vê serdemê bi ser bikevin. Gireva birçîbûnê ket roja 60'an. Onen diyar kir ku, divê hikûmet li şûna rê li pêşiya mirinê veke, rê li pêşiya çareseriyê veke." Piştî axaftina diwanê girseyê slogana "Ne şer, aştî, ne mirin, çareserî" qêriyan. Piştî sloganan rêz hate girtin.

TUZEL: ÇALAKIYA 64 GIRTIYAN VEGERIYA PÊLA BERXWEDANÊ

Di kongreya HDK'e de destpêkê Parlementerê Stenbolê Levent Tuzel axivî û anî ziman ku, çalakiya birçibûnê ku 64 kesan destpê kir vegeriya berxwedanê û wiha got. "60 rojin grev didome. Mirovên ji bo çareseriyê bedena xwe dan ber mirinê hatine nokteya dawî. Çalakî niha vegeriya serhildanê. Îro parlementerên BDP'ê û Şaredarê Amedê Osman Baydemir jî dest bi çalakiyê kir. Em li vir girtiyan silav dikin. Em hurmetên xwe ji çalakiya wan re pêşkêş dikin.

Me her tim got wekhevî, aşti, arami, biratî û azadiya mafan, lê her tim ev daxwaza me li ber çavan nehat girtin. Niha hevalên me bi bedena xwe van daxwazan tînin ziman. Divê bi lezgîn muzakereyên bi Birêz Ocalan re destpê bikin. Wîijdanê Serokwezîr Erdogan li hemberî daxwazên gelê Kurd kor buye û divê êdî hişyar bibe.

TUNCEL: PÊŞEROJA TIRKIYEYÊ LI ÎMRALIYÊ REHÎN HATIYE GIRTIN

Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî bi berdilka "Em di greva birçîbûne de ne. Çareseri muzakere ye." derket ser dikê û diyar kir ku, girtiyên li zindanan ketine greva birçîbûnê ji bo azadî û aramiya gelê Tirkiyeyê bedena xwe dane ber mirinê. Tuncel wiha got: "HDK bi biryara ku bigre dê xwe bêtir bi hêz bike. Mirov ji ber ku bawer dikin ketine vê rêyê. Em di dema ku mirov ji bo daxwazên xwe di grevê de ne vê civata giştî pêk tînin. Hevalen me yên di zindanê de li ber xwe didin û em em di vê civatê de wateyê didin têkoşîna zindanê. Rêya berxwedana girtiyan tenê bedena xwe dayîna ber mirinê ye. Em destûr nadin ku darbest ji girtîgehê derkevin. Em dê daxwazên wan li her derê biqîrin. 60 rojin grev didome.

Girtiyên ku ketine greva birçîbûnê ne ji bo xwe ji bo azadi û aramiya Tirkiyeyê bedena xwe dane ber mirinê. Yê mafan binpê dike faşîzme. Girtî li dijî faşîzmê di berxwedanê dene. Gelê Kurd Birêz Ocalan wekî rêberê xwe qebûl dike. Qebûl nake ku di zindanê de di bin tecrîdê de be. Ger ku dixwazin em wekhev û bira bin, wê demê divê daxwazên me li ber çavan bigirin. Niha pêşeroja Tirkiyeyê li Îmraliyê dîl hatiye girtin. Ji ber vê yekê jî divê berê tecrid bi dawî bibe u muzakere dest pê bikin. Çi dibe bila bibe dê gelê Tirkiyeyê bi ser bikeve. An azadî an azadî."

KURKÇU: ÇALAKGER WEKÎ ABÎDEYA BERXWEDANÊ NE

Parlementerê BDP'e yê Mêrsîne Ertugrul Kurkçu jî da zanîn ku, ew çû dîtin û wiha got: "Kesên ketine greva birçîbûnê wekî abîdeya berxwedanê ne. Girtî li dijî daxwaza AKP'ê ya şer li ber xwe didin. Polîtikaya înkar û îmhayê hate hilweşandin. Niha girtî li ser piyanin û em li ser piyanin. Greva birçîbûnê li dijî siyaseta înkar û îmhayê bersive. Li bajarên kurdan Kurd li ser piyanin. Li zindana Kurd li ser piyanin. Têkoşîn û berxwedan didome. Em dê li her derê Tayip Erdogan têk bibin".