TŞYG: Em bi ruhê Kizildereyê, faşîzmê têk bibin

Komîteya Rêveber a TŞYG'ê, ji bo têkbirina sîstema faşîst bi ruhê berxwedana Kizildereyê, bang li gelan kir ku têkoşînê li her qadê geş bikin û di referandûmê de dengê NA bidin.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi wesîleya 45. salvegera komkujiya Kizildereyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de diyar kir, dewleta Tirk a faşîst tasfiyekarî û êrîşên xwe yên topyekûn giran kiriye û wiha dewam kir: "Hewl tê dayîn gel li hemû qadan hê bêhtir ji rêxistinbûnê bêpar bên hiştin û mehkûmî faşîzmê werin kirin. Ji xwe ji çirûskeke herî biçûk jî ditirse. Ji ber vê yekê hê çavsor dibe û pêwîstî bi faşîzmê dibe. Bêperwar dibe û hemû qertên faşîzmê yek bi yek bi kar tîne."

Komîteyê destnîşan kir, ev êrîşkariya bêperwa ya dewleta Tirk bi kêrî tiştekî nayê û ragihand, ew bi mîrateya girîng a lehengên şoreşger tevdigerin.

Komîteyê li ser vê bingehê bal kişand ser Mahîr Çayan û 10 şoreşgerên li Kizildereyê di 20'ê Adara 1972'an de tevlî karwanê nemiran bûn û got, "Em şehîdên Kizildereyê, ku di bedena wan de kulîlkên şoreşê vebûn, bi rêzdarî bibîr tînin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, gelekî pêwîste ku pratîka şoreşgerî û radîkal a Mahîran, Denîzan, Îbrahîman û Mazlûman di roja îro de bi xurtî were meşandin û hat gotin, "Di pêvajoya heyî de, li dijî tasfiyekarî û êrîşên topyekûn ên faşîzm, kapîtalîzm û emperyalîzmê, erka me ye ku em bi hevrêtiyê li her qadê şer têkoşînê geş bikin. Pewîstî pê heye ku bi şerê şoreşgerî yê yekbûyî yê gelan, sîstemeke azad û demokratîk bafirînin."

Komîteyê destnîşan kir, meşa polîtîk ku wan bi şiyara "Na ji faşîzmê re, Erê ji Şoreşa Yekbûyî re" dane destpêkirin, li karakterê şoreşgeriya yekbûyî ya hevrêtiya Kizildereyê tê.

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser referandûma ku wê di vê demê de pêk were û hat ragihandin, bi xapandina referandûmê re hewl tê dayîn faşîzmê mayînde bikin.

Komîteya Rêveber li dijî vê yekê bang li hemû gelan kir, ku bi uhê berxwedana Kizildereyê, bi perspektîfa hilweşandina sîstema faşîst li her qadê têkoşînê geş bikin û di referandûmê de dengê NA bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de, ruhê berxwedana şoreşgerî ya Kizildereyê hat silavkirin û hat gotin, bersiva herî baş a li komkujiyê û hevrêyên wan, xwedîderketina li mîrate û çanda hevrêtiya şoreşgerî ye.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan di şexsê şehîdên Kizildereyê de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr anî.