Tifaqa Ums Ganze destek da berxwedana Efrînê

Tifaqa ums Ganze li ber êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê rabû û destnîşan kir ku wê lehengên li Efrînê li ber xwe didin bi tenê nehêlin.

Piştgiriyeke din ji bo Berxwedana Serdemê ji tifaqa Ums Ganze hat. Tifaqê li ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên YPJ/YPG û QSD hewl didin Efrînê ji dagirkeriyê biparêzin û işaret bi komkujiya sivîlan hate kirin ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk bi zanebûn bombeyan li cih û warê sivîlan, li tesîsên avê dibarîne û wiha hat gotin, "Haya wan jê heye ku berxwedana li Efrînê li nava gel belav bûye. Sala 2014'an DAÎŞ'ê xwe gihandibû Kobanê. YPG û YPJ bû yekem hêz ku çeteyên DAÎŞ'ê ji aliyê leşkerî ve têk birin û bajar rizgar kirin. Yên ku tevî gerîlayên PKK'ê li çiyayên Şengalê bi hezaran Êzidî di korîdorê de derbas kirin û rizgar kirin heman hêz bûn. Bi hezaran Êzidî ji kolekirin, destavêtin û komkujiyên bi destê DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin. Lehengên li wê derê hêzên pêşmergeyên Barzanî nînin. Ji ber ku wan tiştek nekirin, hikumeta Elman bi dayina çekan xelat da wan. Halbûkî hêzên YPJ û YPG'ê li gelemperiya cîhanê weke hêza rizgarker hatin pîrozkirin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîş li dijî modela civakî ya Rojava tê kirin ku xwe dispêre meclîs û pêvajoya avakirinê ya sivîl û hat gotin, Tirkiye ku endamê NATO ye êrîşî jiyana azad a li Rojava dike.

Tifaqa komunîst "Ums Ganze" diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo hemû rêxistinên çep ên li gelemperiya cîhanê bûye îlham û model û herî dawî got, "Em têkoşîna hêzên Kurd ên pêşverû yên li sirgûnê û Kurdistanê bi tenê nehêlin. Em mirovên li Efrînê bi tenê nehêlin. Ji bo çalakiyên hevrêyên me yên Kurd ên li Elmanyayê em banga tevlîbûnê dikin.