Terora dewleta Tirk li Munchenê hate şermezarkirin

Li dijî Konferansa Ewlekariyê ya Navneteweyî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de qedexeya li ser PKK'ê, dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.

Ji 16'ê Sibatê ve li bajarê Elmanya Munchenê Konferansa Ewlekariyê ya Navneteweyî tê lidarxistin. Ji 15'ê Sibatê ve jî çalakiyên protestoyî yên li hemberî konferansê pêk tên. Mijara sereke ya van çalakiyên protestoyî; qedexeya li ser PKK'ê, esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên Dewleta Tirk a dagirker in.

Bi hezaran kes doh daketin qadan û Konferansa Ewlekariyê ya Navneteweyî şermezar kirin. Çalakî ji aliyê Yekîtiya Çalakiyan a li hember Konferansa Ewlekariyê ya NATO'yê ve (Aktionsbündnis gegen die NATO-Sicherheitskonferenz) hate organîzekirin. Doh saet 12'an çalakvan li qada Stachus civiyan. Mitîngê bi axaftinan dest pê kir.

Ji Organîzatoran Claus Schrêr pankarteke bi nivîsa "Azadî ji bo Ocalan - Freiheit für Öcalan" bi situyê xwe ve daleqandibû û got "PKK ne terorîst e, dewleta Tirk terorîst e." Claus Schrêr di axaftina xwe de her wiha bal kişand serê ku sûçdarên şer di wan keliyên ew konferansê protesto dikin de, di Konferansa Ewlekariya Navnetewî de rûniştine.

Berdevkê Civaka Azad a Elmanyayê û nivîskar Jürgen Grässlin di axaftina xwe de bal kişand ser biçekkirina artêşa Tirk a ji aliyê hikumeta Elmanyayê ve û got: "Divê biratiya sîlahan a di navbera Tirk û Elmanan de di cih de bê bidawîkirin."

Li ser navê Kurdan jî hunermend Çetîn Oraner û hevseroka NAV-DEM'ê Ayten Kaplan axivîn. 

Piştî axaftinan girse ji qada mitîngê ber bi Marienplatz ve meşiya û mitîngê li wir dewam kir. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên "Artêşa Tirk ji Rojava derbikeve", "Hûn dikarin hemû kulîlkan bibrin, lê hûn nikarin biharê asteng bikin - Bijî Berxwedana Efrînê", "Em spasiya YPG'ê dikin ji bo rizgarkirina ji DAIŞ'ê", alên YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Tanzerên Elman ji Kurdistanê derbikevin", "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn. Çalakî derdora seat 16'an bi dawî bû.

Di 15'ê Sibatê de jî komek aktîvîstên dijberên şer li cihê ku wê Konferansa Ewlekariyê roja piştre dest pê bikira, pankarteke bi nivîsa "Bijî Berxwedana Efrînê" vekirin û dirûşmeyên "Tanzerên Tirk ji Kurdistanê derbikevin", "Pereyên Elamanan, sîlehên Elmanan li her derê cîhanê hevparê kuştinan in" qiriyan.