Temellî ji Erdogan re got: 'Tu yê nikaribî behs jî bikî!'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî peyama hilbijartina xwecih dike, gote Erdogan ê ku gefê li HDP'ê dixwe, ''Tu yê nikaribî behsa peyva qeyûm jî bikî''.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, beşdarî kongreya HDP'ê ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bû û diyar kir ku wan bi tecrûbeyên xwe yên dîrokê HDP ava kiriye û wiha got: "Yê me bi hêz dike têkoşîna me ye. Yê têkoşîna me jî bi hêz dike bawerî û fikra me ye. Yê ku ev fikr û vîna siyasî pêş xist jî Brêz Ocalan e. Silav ji Birêz Ocalan re. Ev fikr tu carî nayên tecrîdkirin."

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi dirûşmeya “Em xwe bi rêxistin bikin azad bibin" 2’emîn Kongreya xwe ya Awarte li Salona  Dawetê ya Beyaz Sarayê pêk anî. Di kongreyê de hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, parlamenterên HDP'ê yên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, yên Colemêrgê Saît Dede, Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. li salonê pankarta “Jin jîyan Azadî" û alên HDP'ê hatin vekirin.

TEMELLÎ: HDP FIKRA OCALAN E, SLAV JI OCALAN RE

Kongre bi hilbijratina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Piştî axaftinên destpêkê hatin kirin Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, 6'emîn salvegera avakirina HDP'ê pîroz kir. Temellî diyar kir ku HDP îro 6 salî ye û wiha got: "Me 6 salên pir bi rûmet bi hevre derbas kir. Bi ked, têkoşîn û sekna we ya bi biryar em gihiştin îro. Me ne tenê 6 sal, me bi dehan sal li pişt xwe hişt. Tekoşîna salên 1960’an, 70’ê, 80’ê, 90'an, 2000’an heye. Me bi hêz û biryara vê têkoşîna salên borî xwe bi hêz kir û heta îro hatin. Ji bo em HDP’ê fam bikin tenê 6 salên borî ter nake. Ji bo vê yekê divê em li dîrokê vegerin. Ji salên 70’yî ve têkoşîna şoreşgerî çawa pêş ket. Têkoşina azadiya Kurd di salên 80’an de çawa pêş ket divê baş û rast bê famkirin. Biryara têkoşînê û sekna me û dîsa li dijî zilm û zordariyê serî netewandin sal bi sal em bêtir xurt kirin û anîn îro. Li pişt me têkoşîna 40 salan heye. Têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê heye. Bi bi van tecrûbe, cerebe û têkoşinê HDP ava kir. Beriya wê Kongreya Demokratik a Gelan (HDK) hebû. Ya ku têkoşina me ava kir jî fikrek hebû. Yê ku ev fikr pêş xist û siyaset anî heta îro Birêz Ocalan e. Em slavên xwe ji Birêz Ocalan re dişînin." Dema Temellî Ocalan silav kir, axaftina Temellî, bi çepik, lîlandinê demek dirêj hat qutkirin û girseya li salonê bê navber dirûşmeyên “Bê Serok Jîyan nabe” berz kirin." 

‘JI TIRSAN ÊRÎŞ DIKIN Û TECRÎD DIKIN'

Temellî, ku axatina wî bi dirûşmeyan qut bû dîsa berdewam kir û wiha got: “Ji ber ku ji Ocalan ditirsin wî tecrîd dikin. Ji ber ku ji me ditirsin bi hezaran hevalên me îro girtî ne. Ji ber ku ji HDP’ê ditirsin bê navber êrîşî HDP'ê dikin. Tişta ku jê ditirsin aştî, demokrasî û jiyana azad û mirovane ye. Ji heq, hiqûq û edaletê ditirsin. Ji ber vê yekê heq, hiqûq û edalet nehiştin. Rastî gel û HDP ye. Ji rastiyê ditirsin. Di 6 salên avakirina me de me 6 hilbijartin li pey xwe hişt. Di van hilbijartinan de li dijî me hemû bazar û îtîfaqên qirêj pêş xistin. Hemû cureyên zextan pêş xistin. Walî, Qeymeqam, midûrê polîsan û hemû rêbaz xistin meriyetê û mafê hilbijartina demokratîk xezp kirin. Tevî hemû astengî û zextan dîsa gel bi ser ket. Me 3 caran benda danî pêş me bi ser wan de hilweşand. Ji niha de dest bi hîleyên xebatên hilbijartinê kirin. Di gava ewil de hevalên me li Amedê destgîr kirin û girtin. Em li ku xebatên hilbijartinê pêş bixin û têkoşîna demokrasiyê bidin li wir kampanya hilbijartinê ya AKP’ê derdikeve pêşberî me. EV kampanya AKP’ê binçavkirin, girtin e. Em ê hesabê vê yekê li pêş daraza serbixwe û bê alî bipirsin."

'HIŞMENDIYA QEYÛMÊ WÊ JI SER VÊ AXÊ KOÇ BIKE'

Temellî, bal kişande ser tayînkirina qeyûman û anî ziman ku ev rejîma otoriter tu tuştî tahammul nake û ew ê di hilbijartinê de qeyûm ji ser vê axê koç bikin. Temellî, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi Rewşa Awarte re qeyûm tayînî nêviyê Tirkiye kirin. AKP'ê Tirkiye kir Komara Qeyûman. Em ê di hilbijartina 2019'an de hemû qeyûman paqij bikin û bavêjin. Paqijkirina qeyûman a ji vî welatî dê bibe rûmet. Teqez em ê vê yekê bi ser bixin. Her kes dizane ku qeyûm pere li ku xerç kiriye. Wê deynên xwe jî bi xwe re bibin û biçin. Em  HDP'ê mafê butçeyê wekî mafê herî pîroz dihesibînin. Em butçeya zelal û bi tevlêbûna her kesî esas digirin. Endamên meclîsê û şaredarên me ne ji ber sûc girtî ne. Encama êrîşên rejîma faşîst û qeyûmparêz e. Ka binerin qeyûman çi kirin. Dizî û gendelî kirin. Zeviyên şaredariyê û xezîneyê firotin . Dixwazin şaredariyan tevî deynan teslîmî HDP'ê bikin. Lê em ê wan tevî deynê wan bişînin. Teqez wê deynê xwe bidin û biçin. Erdogan dibêje 'Em ê disa qeyûman tayîn bikin' Ev lawaziya wan nîşan dide. Wiha Serokkomarî nabe. Em ê bi vinek xurt li hemberî wî rawestin. ''

'EM DÊ BAJARÊ JIN, CIWAN Û KEDKARAN AVA BIKIN'

Temellî, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jin û ciwanan jî û wiha lê zêde kier: "Em ê bajarê jin, ciwan û kedkaran ava bikin. Em dixwazin bajarê me bajarê jinê be. Em dixwazin tundiya li dijî jinê bi dawî bibe. HDP partiya jinê ye. Aştî bi têkoşîna jinê pêkan e. Bi vê wesîleyê ez hemû hevrêyên jin silav dikim. Siyaseta HDP'ê siyaseta ciwan û kedkaran e. Kes nikare dengê heqîqetê tune bike. Niha krîza aborî her ku diçe kûr dibe. Têkoşîna me ya li dijî van polîtîkayên hikûmetê didome. Tevî hemû hewldanên me yên aştî û demokrasiyê AKP plana têkçûnê û şer dixe meriyetê. Birêz Ocalan, digot 'AKP zorê li me dike' rast e wiHa jî bû. Ji ber ku ev desthilat tenê şer dizane. Piraniya butçeyê li şer diçe. Dema hatiye ku em ji hêza li ser xwina me siyasetê dike re bêjin raweste. Ez bang li hemû civaka Tirkiye dikim. Di bin kriza aborî de hişmendiya şer heye. Tevî vê krîza aborî butçeya qesrê 3 qat zêde bû. Têr nabe."

Kongreya HDP'ê jî piştî axafin û xwendina raporan bi hilbijratinê bi dawî bû. Di hilbijartina kongreyê de Oznur Bartin û Bahattin Karaman bûn hevserokên HDP'ê yên Navçeya Rêya Armûşê.