Têkildarî êrîşa bombeyî ya li Amedê kesek hat girtin

O.G. ê ji ber êrîşa bombeyî li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê hatibû binçavkirin, hat girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di çarçoveya êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP’ê ya Amedê pêk hat de, têkildarî lêpirsîna dimeşan de daxuyaniyek nivîskî da.

Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de kesê bi navê O.G yê di 6’ê Hezîranê de hatiye binçavkirin, piştî îfadeya wî ya Emniyeta Polîsan, Serdozgeriya Komarê Îfadeya wî girtiye û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeeriya Cezaya Sulh a Nobeder a Amedê kiriye.

Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “Dadgeriya Cezaya Sulh a Nobedar lêpirsîna gumanbar O.G kiriye.  Di 10’ê Hezîrana 2015’an de bi sûcên ji kestî mirov kuştin (3 caran) û endamtiya rêxistina terora çekdarî hatiye girtin û şandine Saziya Înfaza Cezayê.  Her wiha rojnameyeke neteweyî di 8’ê hezîranê de li malpera xwe ya înternetê  û di 9’ê hezîranê di nushaya xwe de lêpirsîn, kiriye nûçe. Li ser vê  ji aliyê Serdozgeriya Komara me ve li gorî xala 285. a Kanûna Cezaya Tirk, li nûçegîhanên ku nûçe çêkiriye û rayedarên cewamerî yên agahî dane, bi numareya 2015-20515’an  lêpirsîn hatiye destpêkirin. Lêpirsîna tê meşandin bi berfirehî didome û têkildarî encamê de wê rayagiştî bê agahdarkirin.”