BI DÎMEN

'Tehma jiyanê li ser axa min e'

Wefa Fêsel a ku piştî demeke dirêj vegeriya Şengalê got, "Tu cih ji xaka mirovan xweştir nîne. Tu cih bi qasî cihê me xweş nîne. Xwesteka me ew e ku hemû kes vegerin ser xaka xwe."

Ji ber fermana sala 2014’an bi hezaran Êzidiyên Şengalî neçar man ku koçî deverên cuda bikin. Beşeke mezin a Êzidiyan li Başûrê Kurdistanê di kampan de man û beşek jî jê koçî derveyî welat kirin. Her wiha her ku diçe jî vegera welatiyên Êzidî ya ji bo Şengalê jî zêde dibe û kampên ku lê dimînin hêdî hêdî vala dibin. Piraniya kesên ku vedigerin ser xaka xwe jî behsa zilm û nexweşiyên li kampan dikin.

Wefa Fêsel yek ji wan e ku li cih û warê xwe vegeriya ye. Wefa Fêsel ne demeke dirêj e ku ji kampa li  Başûr vegeriyaye Şengalê. Wefa têkildarî serpêhatiya xwe ji ANF'ê re axivî û da zanîn ku xweştirîn hest jiyana li cihê ku mirov lê ji dayîk bûye ye.

‘TU CIH BI QASÎ XAKA ME NE PÎROZ E’

Wefa Fêsel di destpêka axaftina xwe de behsa serpêhatiyên xwe yên koçkirina di demên fermanê de û biryara vegera ji bo Şengalê kir û ev yek anîn ziman: ‘’Di fermanê de em neçar man ku koçî Başûr bikin. Em li malên milet bûn û piştre jî dema ku kamp hatin avakirin, em derbasî li wir bûn. Lê belê niha ez vegeriyame Şengalê. Tu cih ji xaka mirovan xweştir nîne. Tu cih bi qasî cihê me xweş nîne. Xwesteka me ew e ku hemû kes vegerin ser xaka xwe. Her wiha em dixwazin alikariya kesên ku dixwazin vegerin jî bikin ku ya giring ew e ku em axa xwe ji kesî re nehêlin. Xwestek û daxwaza min ji hemû civaka Êzidiyan ew e ku bila vegerin ser xaka xwe û em dikarin alikariya kesên ku ji ber kêmderfetiyan nikarin vegerin jî bikin.’’

‘EZ LI SER XAKA XWE KÊFXWEŞ IM’

Wefa Fêsel bal kişand ser jiyana li kampên Başûrê Kurdistanê û axaftina xwe wiha berdewam kir:  ‘’Li wir jiyan pir zehmet bû, me nedikarî em li wir bi awayekî rehet bijîn. Bo nimûne ji tirsa şewata konan me nedikarî em sobê yan jî ceyranê vêxistî bihêlin. Gelek zarok, jin û ciwan di encama şewata konan de jiyana xwe ji dest dan. Gelek ji kesên ku li wir diman dixwestin vegerin ser xaka xwe lê belê ji ber kêmderfetiyan nedikarîn. Ez jî yek ji wan kesan bûm lê belê derfetên min nebûn. Lê belê piştî ku em hatin serdana Şengalê  me ji rêxistina xwe ya li vir alîkarî xwest û wan jî alikariya me kir ku em vegerin. Ger alîkariya wan nebûya me nedikarî em vegerin. Niha jî ez gelekî kêfxweş im ku li ser xaka xwe dijîm.”

‘JIYANA LI KAMPAN TIRSNAK E’

Wefa Fêsel bal kişand ser jiyana zehmet ya li kampan û da zanîn ku li kampan gelekî jiyan gelekî zehmet e û li wir gelek bûyerên biêş hene û got: “Beriya niha jiyana li kampan pir zehmet bû lê belê niha zehmetiyên wê zêdetir in. Me digot ku em di çadirên xwe de ne û kes têkilî me nabe. Lê belê ne wisa ye. Zehmetiyên koçkirinê û jiyana li wir pir in. Bo nimûne ku bûyereke pir biêş e, zaroka 6 salî ya bi navê  Axîn hate rewandin, destdirêjî lê hate kirin û bavê wê jî hate qetilkirin. Ger ew zarok keçeke ji malbata Barzaniyan bûya wê cezayeke giran li kujerê bihata birîn. Lê belê kujerê Axîna Biçûk ne diyar e. Ev yek tenê mînakekeke biçûk bû. Tiştên gelekî xirabtir dihatin jiyîn. Welatiyên li kampan ji tirsa xwe dengê xwe nedikirin û nedikarîn tiştekî bibêjin. Ew jî ji ber zarokên xwe ditirsiyan.’’

‘JIN Û MÊR HEV DU TEMAM DIKIN’

Wefa Fêsel da zanîn ku sîstema niha li  Şengalê hatiye avakirin, sîstemeke jiyana aram û  wekhev e û ev yek jî gavên mezin bi jinan dide avêtin û wiha pêde çû: “Şengal niha gelekî xweş bûye. Beriya niha têkildarî jinan hinekî qalibên me yên girtî hebûn. Jinan nedikarî gavekê bavêjin, digotin şerm e. Lê belê niha sîstemeke me heye û jin û mêr dikarin bi hev re karê xwe bikin. Tiştek pêwîst hebe,  jin jî dikarin bikin, mêr jî. Ev yek jî jiyanê aramtir û hesantir dike. Jin karên xwe li hêviya kesî nahêle, dikare bi xwe bike û ev yek jî tiştekî gelekî xweş e.”

‘HÊZA JINAN EW BI XWE NE’

Wefa  Fêsel di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku ji bo parastina çanda xwe û mezinkirina hêza xwe vegerin Şengalê û axaftina xwe bi van gotinan  bi dawî kir: ‘’Li kampan jin tim bi zilmê re rû bi rû ne. Li wir jin bawerî û hêza xwe nabîne. Dibêjin ku hikumet li pişt  jinan e û  ji ber wê jî jin bi xwe gavekê naavêjin. Ev yek jî şaş e ku divê jin bi xwe gavên azadiyê biavêjin. Hêza jinan ew bi xwe ne. Ew ruh li vir, li ser axa Şengalê heye. Ji ber wê jî divê hemû jinên Êzidî vegerin ser axa xwe û hêza xwe zêdetir bikin. Di heman demê de jinan heya niha çand û baweriya me parastiye. Qub û ziyaretên me hemû li vir in, em dikarin li vir egerên baweriya xwe bi cih bînin û xweştir û aramtir bijîn."