'Tecrîda li Îmraliyê li gelemperiya welêt belav bûye'

Parlamentera HDP'ê û endama Heyeta Îmraliyê Bûldan bal kişand ser girîngiya hevdîtina bi Ocalan re û xwest, tecrîd derhal were rakirin.

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan û yek ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, têkildarî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ji ANF'ê re axivîn.

BÛLDAN: RAKIRINA TECRÎDÊ WÊ WELÊT RIZGAR BIKE

Bûldan bibîr xist, ku ji hevdîtina Mehmet Ocalan û vir ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got, "Bi ti awayî têkilî pê re nehatiye danîn. Serlêdanên tên kirin, timî tên redkirin. Tecrîd hê jî dewam dike."

Bûldan destnîşan kir, ku di vê demê de pêkhatina hevdîtina bi Ocalan re gelekî girîng e û wiha dewam kir: "Ji bo qedandina krîz û kaosa heyî, lazim e derhal bi Birêz Ocalan re hevdîtin were kirin. Kêm maye Tirkiye di zinarekî de bê werkirin. Tirkiye veguheriye welatekî welê, ku jiyana kesî lê ne ewle ye. Ji ber vê yekê divê hevdîtinên bi Birêz Ocalan re bi lezgînî dest pê bikin. Pêwîste tecrîd derhal were rakirin û parêzer, heyetên siyasî û heyetên li derveyî welat karibin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin."

'GIRÎNG Û HESAS E'

Bûldan bibîr xist, ku di nava sê salên 'pêvajoya çareseriyê' de şer neqewimî, cenaze nehatin û got, "Vî welatî pêvajoya aştî û muzakereyê dît. Ji ber ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re dihat kirin şer nediqewimî û cenaze nedihatin. Piştî ku hevdîtin hatin sekinandin şer ji nû ve li Tirkiyeyê dest pê kir û berdêlên giran hatin dayîn. Pêwîstî bi pêvajoyeke bi vî rengî heye. Lê belê divê ev pêvajo jî di nava şert û mercên azad de pêk were. Divê Birêz Ocalan di nava şert û mercên mûxabat de bê giritn. Bi vî awayî wê pêvajoyeke danûstandinê ya erênî bimeşe. Ji ber vê yekê gelekî girîng e deriyê Îmraliyê li hevdîtinan bê vekirin."

Parlamenter Bûldan işaret bi operasyonên qirkirina siyasî kir: "Her kes di nava psîkolojiya tirsê de ye. Kê daxive yekser dikeve girtîgehê. Em di pêvajoyeke welê de ne ku azadiya çapemenî û ramanê nema ye, rêyên siyasî xitimîne. Di vê demê de HDP'yî, akademîsyen, parêzer, personelên tenduristiyê, kedkar û mamoste li girtîgehan e. Di demeke bi vî rengî de pêwîstî bi pêkanîna hevdîtinên li ÎmraliYê heye. Ewqasî girîng û hesas e."

'DIVÊ PEYAMA BIRÊZ OCALAN WERE DÎTIN'

Bûldan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a herî dawî bibîr xist, ku Ocalan gotibû 'eger dewlet bi erka xwe rabe, wê pirsgirêk di nava 6 mehan de karibe bê çareserkirin' û got, "Bi dîtina min, divê mesaja 'eger bê xwestin, ez dikarim di nava 6 mehan de çareser bikim' neyê nixumandin. Birêz Ocalan ev mesaj herî dawî bi rêya birayê xwe şand, lê kes zêde li ser nesekinî. Di serî de vîna siyasî, lazim e dewlet vê mesajê baş bixwîne. Pêwîste dewlet fêhm bike ku bi polîtîkayên ewlekariyê nikare vê pirsgirêkê çareser bike."

PARÊZER SARICA: BI HEVDÎTINA MALBATÊ RE TECRÎD RANEBÛYE

Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê yek ji parêzerên Ocalan Rêzan Sarica jî diyar kir, tecrîda şidandî ya li ser muwekîlê wî dewam dike. Parêzer Sarica got, "Parêzer 5 sal in, malbat jî 2 sal in nikarin hevdîtinê bikin. Ev yek pêvajoyeke ku ji aliyê hiqûqî ve nikare bê vegotin. Piştî 15'ê Tîrmehê fikarên mezin bi me re peyda bûn. Heta 11'ê Îlonê malbatê hevdîtin kir."

Parêzer Sarica destnîşan kir, ku hevdîtina dawî ya ji aliyê malbatê ve hat kirin, tecrîd ji holê ranekiriye û wiha dewam kir: "Ev 75 roj in me ji Birêz Ocalan û muwekîlên xwe yên din, agahiyek negirtine. Piştî 11'ê Îlonê 21 serlêdanên parêzeran û 10 serlêdanên malbatê hatin redkirin. Ev 75 roj in tiştekî erênî neqewimiye. Vegotina vê rewşê nepêkan e. Em dikevin sala 6'an a qedexeya hevdîtina parêzeran. Malbatê jî di nava 2 salan de ancax carekê hevdîtin kir. Bi vî awayî Xala 3. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, ku îşkenceyê qedexe dike, tê binpêkirin."

'TECRÎD ÊDÎ LI GELEMPERIYA WELÊT E'

Sarica da xuyakirin, ku biryarnameyên ji aliyê desthilatdariyê ve tên dexistin bandorê li tevahiya welêt dikin û got, "Bi salan me xwest, tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Ev yek di heman demê de dihat wateya têkoşîna ji bo demokrasiya Tirkiyeyê. Bûyerên îro diqewimin, girîngiya tecrîda li Îmraliyê radixe pêş çavan. Pêkanînên li Îmraliyê îro veguheriye pêkanînên rejîmê. Divê rakirin tecrîda li Îmraliyê weke têkoşîna sereke ya li dijî Rewşa Awarte bê dîtin. Ji ber ku tecrîda li Îmraliyê niha li gelemperiya Tirkiyeyê belav bûye. Bi rakirina sîstema tercrîdê re pêşî li pêvajoya demokratîk dikare were vekirin."

BANGA LI CPT

Parêzer Sarica li ser hewldanên xwe yên hiqûqî agahî da û diyar kir, ew li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser serdana wan e. Parêzer Sarica da xuyakirin ku dema biryardayînê ya Dadgeha Destûra Bingehîn dikare heta 2 salan dewam bike û destnîşan kir, eger nikaribin encamê ji vir bi dest bixin, ew ê li qada navneteweyî dest bi hewldanên hiqûqî bikin. Parêzer Sarica ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) xwest, bi erka xwe rabe, di sala 2017'an de Tirkiyeyê ziyaret bike û got, "Divê CPT rapora xwe ya li ser serdana 28-29'ê Nîsanê derhal biweşîne; rejîma li Îmraliyê bi zelalî raxe pêş çavan."