Tecrîd li Baselê hate şermezarkirin

Ji bo piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re bê dayin û tecrîd bê şermezarkirin li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiyek hate lidarxistin.

Bi banga Platforma Piştgiriya bi Grevên Birçîbûnê re ya Swîsreyê, bi hezaran kes li Claramatte Parkê li hev civiyan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, bi navê platformê Leyla Şahîn axivî. Şahîn diyar kir, bi hezaran kesên bi pêşengiya Leyla Guven li dijî sîstemên faşîst, emperyalîst, kapîtalîst û komkujiyan bedena xwe dane ber mirinê, bûne dengê berxwedanê û got, divê bi xwedîderketineke xurt berxwedan bê biserxistin.

Girseya gel piştî axaftinê bi pankarteke mezin a bi nivîsa "Li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne" ku wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê li ser bû, dest bi meşê kir.

Di çalakiyê de li ser berxwedana greva birçîbûnê û tecrîda li Îmraliyê gelek belavok hatin belavkirin.

Girseya gel di dawiyê de li Barfusserplatzê mîtîngek pêk anî.

Siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk li qada mîtîngê axivî û ji bo mezinkirina berxwedanê bang kir.