Tan: Li hemberî tekparêziyê têkoşîneke berfireh hewce dike

Zimannas Samî tan diyar kir mirov nikare êrişên nijadperest ên li ser Kurdî ji rewşa siyasî ya heyî veqetîne û got “Li hemberî tekparêzî û şovenîzmê têkoşîneke berfireh hewce dike.”

Zimannas Samî tan diyar kir mirov nikare êrişên nijadperest ên li ser Kurdî ji rewşa siyasî ya heyî veqetîne û got “Li hemberî tekparêzî û şovenîzmê têkoşîneke berfireh hewce dike.”

Her roj êrişeke nijadperest a nû li ser Kurdî tê kirin. Piştî ku pêşkêşvan Dîdem Arslan di bernameya xwe de axaftina bi Kurdî ya mêvaneke xwe birî, ji ber ku di girtîgehê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û hevalên wê bi stranên Kurdî govend gerandine, cezayê dîsîplînê li wan hate birîn.

Serokê berê yê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û zimannas Samî Tan ev gotinên nijadperest û êrişên li ser Kurdî ji ANF’ê re nirxand. Tan diyar kir ku mirov nikare van êrişan ji rewşa siyasî ya giştî cihê binirxîne.

Tan bal kişand ser vî tiştî ku rewşa siyasî çiqasî xerab bibe, êriş jî ewqasî zêde dibe, helwestên nijadperest ên li dijî Kurd û penaberan bandora xwe li ser ziman û çandê jî dike.

Tan diyar kir ku gelek kesên ku divê helwesteke demokratîk nîşan bidin jî li gorî vê rewşê tevdigerin û wekî mînaka Dîdem Arslan Yilmaz de ligel ku ew jî Kurd e, lê heman tiştî ew jî dike.

‘DESTHILATDARÎ JI SER TEKPARÊZIYÊ JI XWE RE RANTÊ ÇÊDIKE’

Tan diyar kir ku di bingeha vê nijadperestiyê de feraseta tekparêz heye û divê beriya her tiştî ev feraset were guherandin.

Tan diyar kir ku piştî salên 2000’î ev feraset piçekî hatiye şikandin lê bi tifaqa nû ya desthilatdariyê re dîsa hatine asta berê. Tan got “Piştî salên 2000’î fikreke wisa ava bûbû ku nasnameya çandî ne gefek e û ne sedema cihêxwaziyê ye. Me dît ku feraseta tekparêz hêdî hêdî dişikê. Lê desthilatdarî bi tifaqa nû re dîsa vegeriya kodên tekparêz, asîmîlasyonîst û înkarker. Ev veger şovenîzm û cihêkariya di nav civakê de jî zêdetir kir. Herî zêde jî bandora xwe li ser qada ziman û çandê kir.”

Tan bal kişand ser vî tiştî ku bloka desthilatdariyê rantê ji vî tiştî distîne û mêtingeriyê didomîne.

Tan diyar kir ku di sedsala 21’emîn de ev feraset dema ku di nav civakê de hebe ev jî diyar dike ku koka wê gelekî di kûr de ye û îro li dinyayê herî zêde îdeolojiyên wekî nijadperestî, şovenîzm û siyaseta ji ser dîn di rewacê de ne.

Tan diyar kir ku ev îdeolojî xîtabî ji sedî 80-90’ê civaka Tirkiyeyê dikin û sedema ku ev qasî veberhênan li Diyanetê tê kirin jî nîşana vî tiştî ye.

‘DIVÊ EM PIRPARÊZIYÊ GEŞTIR BIKIN’

Tan diyar kir ku li hemberî vê ferasetê divê têkoşîneke berfireh were kirin û divê eniyeke demokrasiyê were avakirin.

Tan got “Têkoşîneke wisa hewce ye ku divê em ne dijmintiya zimanan lê biratiya zimanan derxînin pêş. Li hemberî feraseta tekparêz û şoven divê em pirparêziyê geştir bikin û derfetên bihevrejiyana nasnameyan ava bikin. Ji bo vê jî têkoşîneke berfireh hewce ye. Ji ekolojiyê heta mafên jinan, ji kedê heta qada çandê divê tarza têkoşîneke berfireh hewce ye. Ji ber ku a niha ev maf di bin xetere û êrişan de ye. Rêya çareseriyê jî wê bi vê têkoşîna berfireh pêk were.”