SYPG: Em ê Şengalê û şoreşa xwe ya Rojava biparêzin

SYPG'ê got, "Em ê Şengalê û şoreşa xwe ya Rojava biparêzin. Di serî de ji bo civaka me ya Êzidî, em ê têkoşîna azadî û edaletê ya ji bo gelên me geş bikin û hêviyê mezin bikin."

Saziya Piştevanî û Yekîtiya Gelan (SYPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di salvegera çaran a Fermana 3'ê Tebaxê de ew hemxemên êş û hêrsa civaka Êzidî ne.

Di daxuyaniyê de şehîdên Şengalê bi rêzdarî hatin bîranîn û işaret bi xeta xiyanetê ya ku civaka Êzidî li Şengalê bi tenê hişt, kir. SYPG'ê diyar kir, PDK ku nûnerê xeta xiyanetê ye heman xeta xwe îro bi karê li dijî şoreşa Rojava û bi hevkariya bi dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê re didomîne.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk û dîktator Erdogan ê xwedî mejiyê DAÎŞ'ê ne, mehên Nîsan û Gulana 2017'an li dijî Şengalê êrîşeke berfireh a hewayî kirin û xwestin ku planên xwe yên li dijî Şengalê piştî dagirkirina Efrînê jî bidomînin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ, û El Nûsra hewl dide tişta li Şengalê anîn serê civaka Êzidî, li Efrînê jî bînin serê gel û wiha dewam kir: "Lê belê hêzên mêtinger, dagirker û qirker wê berdêleke giran bidin. Dewleta Tirk jî wê mîna DAÎŞ'ê di vî şerî de têk biçe. Gelên me yên bindest û şervanên wan ên bi rûmet wê teqez bi ser bikevin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em ê Şengalê û şoreşa xwe ya Rojava biparêzin. Di serî de ji bo civaka me ya Êzidî, em ê têkoşîna azadî û edaletê ya ji bo gelên me geş bikin û hêviyê mezin bikin."