Sutçu yê ku êrişî HDP’ê kiribû hate girtin

Mûhammed Eren Sutçu yê ku bi kêr û çekê êrişî avahiya rêxistina HDP’ê ya Bahçelîevlerê kiribû, hatibû berdan. Piştî nerazîbûnan Sutçu hate girtin.

Mûhammed Eren Sutçu yê ku bi kêr û çekê êrişî avahiya rêxistina HDP’ê ya Bahçelîevlerê kiribû, di 3’ê Çileyê de ji aliyê Hakîmtiya Cezayê Sulhê ya 3’emîn a Stenbolê bi şertê girtîmana li malê û derketine derveyî welat lê qedexe be, hatibû berdan.

Parêzer Ferdî Yamar derbarê meseleyê agahî da ANF’ê û diyar kir ji ber îtîraza dozgeriyê êrişkar Sutçu hatiye girtin. Yamar diyar kir li ser dosyeyê biryara nepeniyê heye û wan îro karibûne agahiyê bistînin.Yamar diyar kir ji ber hewldana zêde ya hevgirtina rêxistinên girseyî yên demokratîk û parêzerên OHD’ê êrişkar Sutçu hatiye girtin.