SP: Bila Bakurê Sûriyeyê bibe 'herêma li firînê qedexe'

Partiya Sosyalîst a Swîsreyê piştî biryara ku di civîna koma xwe de girtî, bang li Konseya Federal a Swîsreyê kir ku li dijî hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê bikeve nava liv û tevgerê.

Partiya Sosyalîst (SP) diyar kir, êrîşa hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku li Bakurê Sûriyeyê "herêma ewle û li firînê qedexe" ragihîne.

Partiya Sosyalîst ku duyemîn mezintirîn partiya Swîsreyê ye, piştî ku di civîna koma partiya xwe de biryar wergirt, bi navê koma SP'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyek da.

HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN

SP'ê daxuyaniya çend roj berê ya Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê rexne kir ku gotibû, "Bi navê Swîsreyê em bang li aliyên şerê li Sûriyeyê dikin ku bi hurmetdarî nêzî hiqûqa navneteweyî bibin." SP'ê diyar kir ku ev daxuyaniya Swîsreyê kêm e û got, "Dewlet û yekîneyên Tirk, bi rengekî ku qet li meşrûiyeta navneteweyî nayê hewl didin axa welatekî din dagir bikin. Hiqûqa navneteweyî bi rengekî vekirî tê binpêkirin. Ya herî girîng jî herêma Efrînê dikin qada şer ku ev herêm li Sûriyeyê cihê herî aram e. Tirkiye çiqasî bêje 'bi navê têkoşîna dijî terorê' dike jî, Efrînê ti carî gef li Tirkiyeyê nexwariye."

BANGA LI SWÎSRE Û KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Di daxuyaniyê de ji Konseya Federal a Swîsreyê hate xwestin ku bi zimanekî zelal êrîşên dewleta Tirk şermezar bike û ji bo çareseriya siyasî ya vî şerî bang li hêzên navneteweyî bike. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Divê Konseya Federal a Swîsreyê, ji bo pêşî li êrîşên bi balafirên şer ên li ser Efrînê tên kirin bigire, divê ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bixwaze ku li Bakurê Sûriyeyê 'herêma ewle û li firînê qedexe' ragihîne. Her wiha divê têkiliyên Swîsreyê yên bi Tirkiyeyê re di çarçoveya xurtkirina mafên mirovan û çareserkirina şer bi rêyên aştiyane de in."

Koma SP wê biryarên xwe yên li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê wergirtiye bixe rojeva parlamenta Federal a Swîsreyê.