Siyasetmedarê Êzidî Hasan Dûtar hat berdan

Siyasetmedarê Êzidî Hasan Dûtar, ku ji 8'ê Hezîranê û vir ve li Elmanyayê girtî bû îro serbest hat berdan. Dûtar li Dadgeha Bilind a Hambûrgê dihat darizandin.

Siyasetmedarê Êzidî Hasan Dûtar, ku ji 8'ê Hezîranê û vir ve li Elmanyayê girtî bû îro serbest hat berdan. Dûtar li Dadgeha Bilind a Hambûrgê dihat darizandin. 

Dûtar di encama rûniştina 5. a dozê de serbest hat berdan. Hasan Dûtar bi îdîaya 'endametiya PKK'ê dihat darizandin. Dadger di biryara xwe de destnîşan kir, "Ew dikare ji vir û pê ve karên xwe yên demokratîk bimeşîne, lê heta salek û neh mehan, eger têkiliya wî bi PKK'ê re çê bibe, wê dîsa bê darizandin."

Dadgerê dozê, di dema eşkerekirina biryara xwe de gotineke balkêş bilêv kir. Dadger got, "Em dikarin qanûnên ji aliyê hikûmeta AKP'ê yên ji bo destavêtina li zarokên 13 salî tên derxistin derkevin, em dikarin van qanûnan rexne bikin, lê mixabin em nikarin li dijî qedexeya li ser PKK'ê derkevin."