Siyasetmedar û rewşenbîrên Yewnan ji bo Efrînê bang kirin

Siyasetmedar û rewşenbîrên Yewnan li ber êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê rabûn û gotin, "Em bi gelê Kurd ê berxwedêr re ne. Divê raya giştî ya navneteweyî li pêşberî vê êrîşê bêdeng nemîne."

Rewşenbîrên Yewnan gotin, şervanên YPG û YPJ'ê yên li Efrînê li dijî faşîzma Tirk li ber xwe didin, nirxên mirovahiyê diparêzin û diyar kirin ku serketin wê ya berxwedêran be. Rewşenbîran ji bo çalakiyên piştevaniya Efrînê jî bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku tevlî bibe.

'BERXWEDÊR JI BO MIROVAHIYÊ ŞER DIKIN'

Wezîrê berê yê enerjiyê Serokê Giştî yê Partiya LA Panaîotî Lafazanî: Berxwedêrên li Efrînê yên li dijî faşîzmê têdikoşin silav dikim. Êrîşa li Efrînê tê kirin li dijî hemû nirxên cîhanê ye. Berxwedêrên Efrînê ji bo aştî, demokrasî, çand û hemû nirxên mirovahiyê têdikoşin. Şerê Kurdan ê li dijî faşîzmê têkoşîna ji bo parastina cîhanê ye. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin berxwedêran. Ez careke din şoreş û şoreşgerên Kurdistanê silav dikim.

'EM Ê JI BO OCALAN DAKEVIN QADAN'

Hunermend Xronîs Amanatîdîs: Em ê ji bo gelê Kurd û Rêberê wan Abdullah Ocalan dakevin qadan. Li dijî barbarên ku êrîşî Efrînê dikin divê em bibin yek û têbikoşin. Erdogan timî xwest êrîşî Kurdan bike. Weke sazî û rewşenbîrên ku destekê didin Efrînê, em dibêjin ku ev êrîş êrîşeke navneteweyî ye û divê raya giştî ya navneteweyî bêdeng nemîne, li ber êrîşê rabe. Em di pêvajoyeke girîng de ne. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê li qadan bin.

'KURD ÊDÎ NE KURDÊN BERÊ NE'

Siyasetmedar Ianîs Ksenîos: Erdogan bi êrîşa dijî Kobanê û herî dawî bi êrîşa il ser Efrînê nîşan da bê çiqasî dîktator e û dijminê mirovahiyê ye. Kurdan çawa ku li Kobanê li ber xwe dan û bi rengekî serketî şoreşa xwe pêk anîn, li Efrînê jî wê cihê xwe di nava dîroka şoreşê de bigirin. Erdogan û cîhadîstên pê re hewl didin paradîgmaya demokratîk a li Efrînê hilweşînin. Dewleta Tirk sala 1974'an êrîşî Qibrisê kiribû. Û bi heman pratîkê êrîşî kantonên li Rojava dike. Serdema Qibrisê qediya ye û Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Şoreşgerên Kurdistanî wê li Efrînê bi berxwedanê bersivê bidin we. Berxwedêr wê bi ser bikevin.

'HÊVIYA ME SERKETINA BERXWEDÊRAN E'

Wezîra berê ya aboriyê Nadîa Balabanî: Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê divê bibe ders ji her kesî re. Kurdistaniyan nîşanî me dan bê faşîzm çawa dikare bê têkbirin. Pêkane ku faşîzm û barbarî bi berxwedanê bên şikandin. Ji êrîşên li ser Kurdistanê û xwîna li Kurdistanê dirije, dewletên navneteweyî berpirsyar in. Weke şexs jî hemû mirov berpirsyar in. Li Rojhilata Navîn aştî gelekî zehmet e, lê di dawiya dawî de wê aştî bê. Divê xemsariya gelan a li pêşberî êrîşên li ser kantonên Rojava biqede. Hêviya me ew e ku xwîna li Kobanê rijiya û şehîdên hate dayin careke din nebe. Hêviya me, mîna Kobanê serketina berxwedêran e.

'BERXWEDÊR WÊ BI SER BIKEVE'

Hiqûqnas Korîna Repûskî: Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate girtin zêde Kurd li Yewnanîstanê nebû. Ciwanên li Kurdistanê ji bo nirxên mirovahiyê biparêzin dest ji jiyana xwe berdan û li dijî faşîzm û barbariyê canê xwe feda dikin. Berxwedêrên li Efrînê wê bi ser bikevin.

Wênevan Carlos Tottî: Gelê Kurd û Kurdistaniyên li Rojava yên li dijî faşîzmê li ber xwe didin silav dikim. Faşîzm wê bi berxwedanê bê têkbirin.