Sînn Feîn: Demîrtaş û girtiyên HDP'yî bila werin berdan

Lîdera Sînn Feîn Mart Lou McDonald xwest ku Hevserokê bere yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din ên HDP'yî werin berdan.

Lîdera Îrlandî ya Sînn Feînê Mary Lou McDonald bersiv da nameya Demîrtaş a bi dîroka 16'ê Mijdarê. McDonald di nameya xwe de diyar kir ew ji biryara DMME'yê ya derbarê Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş kêfxweş e, ku di biryarê de tê gotin bi girtina Demîrtaş peymana Mafê Mirovan a Ewropayê tê binpêkirin.

McDonald got, ''Ez ji vê biryara DMME'yê û ji daxwazkirina di cih de berdana Selahattîn Demîrtaş kêfşxweş im.''

Lîdera Sînn Feînê xwest ku Demîrtaş, parlamenterên HDP'yî û hevşaredar werin beran û got: 
''Selahattîn, Mijdara 2016'an bi rengekî deryasayî li gel 12 parlamenterên ku hatine hilbijartin hatin girtin. Ew ji ber ku dilxwazê aştî, demokrasî û mafê mirovan bûn hatin girtin. Ji HDP'ê 58 hevşaredar, 10 parlamanter û ji 5.000 zêdetir endam hatine girtin.

Danişîna dî ya Selahattîn 12-15'ê Kanûnê ye. Em Sînn Feîn diyar dikin em liş cem Demîrtaş in, li cem hemû nûnerên HDP'ê ku hikûmeta otorîter a Tirkiyê zilmê liş wan dike.

Em bang idkin ku Selahattîn di cih de were berdan û hemû girtiyên siyasî yên HDP'ê werin berdan.''