Serokkomarê Iraqê Berhem Salih hevdîtin bi heyeteke ji Şengalê re kir

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê şermezar kir û got: "Divê xwe ji aloziyên ku ewlehiya Êzidiyan dixe metirsiyê dûr bixin."

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li gel Serokê Odeya Ewlekariya Navneteweyî Hemîd Şetrî li Koşka Selam a li Bexda li gel şandeyek ji xelkê Êzidî pêk tên civiya. Di civînê de li ser ewlekariya herêmê, xizmetguzarî û şertên mirovî, dîsa astengiyên li bajar û xelkê herêmê pê re rû bi rû ne, nîqaş hate kirin.

Li ser civînê Ragihandina Serokomariyê daxuyaniyek da û got: “Şengal ji ber tundî û terorê gelek êş kişand, gel gelek zehmetî û êşan re rû bi rû ma.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser kêmkirina êşên gelê Şengalê û hate gotin: “Ji bo kêmkirina êş û azaran, peydakirina pêwîstiyan divê şertên vegerandina koçberan bê avakirin, ji bo vegerin ser jiyana xwe ya asayî.”

Di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagiker a li ser Şengalê û ev hate gotin: “Êrişên li ser Şengalê şermezar dikin. Ew alozî û nakokiyên ewlekariyê yên li nava bajêr hene, metirsiyê li ser asayîş û aramiya Êzidiyan çêdike. Em vê yekê qebûl nakin. A girîng bi rêya desthilata hikûmeta federal û herêmê karên cidî bê kirin ku dawî li vê pirsê bê anîn.”

Her wiha hate destnîşankirin ku divê li ser astengiyên siyasî û îdarî yên ku rêgiriyê li dadperweriya Êzidiyan kar bê kirin. Her wiha xebat ji bo avadanîkirina bajar û rêxistinkirina Şengalê li ser daxwazên xelkê herêmê ku ji aloziyên siyasî dûr bê xistin, kar bê kirin. 

Li aliyê din şandeyê ji ber piştevanî û biryara aramiya Şengalê û parastina mafê qurbaniyan û avadaniya Şengalê spasiyên xwe pêşkêşî serokkomarê Iraqê Berhem Salih kir.