Serokê Meclîsê bû Îsmet Yilmaz
3. û 4. tûra hilbijartina Serokatiya Meclîsê bi dawî bû. Li gor vê; Serokê Meclîsê yê nû bû Îsmet Yilmaz.

Di tûra sêyemîn de namzetê AKP’ê Îsmet Yilmaz 259 deng, namzetê CHP’ê Denîz Baykal 129 deng, namzetê MHP’ê Ekmeleddîn Îhsanoglu 80 û namzetê HDP’ê Dengîr Mîr Mehmet Firat jî 78 deng girtin. Hate diyarkirin ku 2 parlamenterên HDP’ê ji ber ku mazeratên wan hebûye tevlî dengdayînê nebûn.
Ji ber di tûra 3. de ti namzetekî dengên pêwîst negirtin, tûra 4. di navbera Yilmaz û Baykal de pêk hat. Di vê tûrê de namzetê AKP’ê Yilmaz 258, namzetê AKP’ê Baykal 182 deng stend. Di dengdana ku 547 endam beşdar bûn 29 deng vala 78 deng ne derbasdar hatin bikaranîn.
Bi vî awayî serokê nû yê Meclîsê Îsmet Yilmaz.