Serokê berê yê BDP’a bajarok Ergîn hate girtin

Serokê berê yê BDP’a bajarok Ergîn hate girtin

Serokê berê yê BDP’a bajarokê Ovakişla ya girêdayî navçeya Xelat ya Bedlîsê Nesîn Ergîn li navçeya Karacabey ya Bûrsayê hate binçavkirin. Ergînê ku têkildarî daxuyaniya çalakiya birçîbûnê ku rastî mudaxeleya tund ya polîsan hatibûn, hate binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Li Bedlîsê di 11’ê Mijdara 2012’an de polîsan bi awayek tund êrîşî daxuyaniya çapemeniyê ya têkildarî çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya li tevayî girtîgehan hatî destpê kirin, kiribû. Di encama êrîşê de gelek kes hatibûn binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî bûyerê de Serokê berê yê BDP’a bajarokê Ovakişla ya girêdayî navçeya Xelat ya Bedlîsê Nesîn Ergîn li navçeya Karacabey ya Bûrsayê hate binçavkirin. Ergîn ji aliyê dadgehê ve hate girtin û çav lê ye bişînin girtîgeha Wanê.

Bi girtina serokê berê yê BDP’a bajarokê Ovakişlayê Ergîn, têkildarî dozê hêjmara kesên hatine girtin giha 16’an.