Serokatiya Meclîsê wê di navbera Baykal û Yilmaz de bidome
Di hilbijartina ji bo Serokatiya Meclîsê di encama tura sêyemîn de namzetê CHP Denîz Baykal û namzetê AKP’ê Îsmet Yilmaz dengên herî zêde girtin û wê di tûra çaremîn de bidomînin.

Di hilbijartinên Serokatiya Meclîsê de tûra dawî wê pêk bê. Di encama tûra sêyemîn de ji ber ku namzetan nekarîn 276 dengan bigirin, wê tûra çaremîn pêk bê. Di tûra sêyemîn de namzetê AKP’ê Îsmet Yilmaz 259 deng, namzetê CHP’ê Denîz Baykal 129 deng, namzetê MHP’ê Ekmeleddîn Îhsanoglu 80 û namzetê HDP’ê Dengîr Mîr Mehmet Firat jî 78 deng girtin. Hate hinbûn ku 2 parlamenterên HDP’ê ji ber ku mazeratên wan hebû tevlî dengdayînê nebûn.
Di tûra çaremîn de namzetê AKP’ê Îsmet Yilmaz û namzetê CHP’ê Denîz Baykal ên ku herî zêde deng girtine bikevin dengdanê. Ji namzetan ê herî zêde deng girt wê bibe Serokê Meclîsê. Ancax di dengdayînê de dengên MHP’ê derbasdar nebin çavlirê ye ku Îsmet Yilmaz bê hilbijartin. MHP’ê di daxuyaniya ku îro da ragihand ku ew ê di tûra çaremîn de jî dengên xwe bidin namzetên xwe ji ber vê yekê jî dengên MHP’ê wê derbasdar nebe. HDP dengên xwe bide namzetê CHP’ê jî wê namzetê AKP bibe Serokê Meclîsê.