Serketina QSD'ê li Hamburgê hate pîrozkirin

Serketina şervanên QSD'ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê, li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê hate pîrozkirin.

Rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAÎŞ'ê li bajarê Hamburgê hate pîrozkirin.

Piştî ev serketin hate bihîstin, Kurdistanî û Elman li ber navenda çepgiran Rote Flora li hev civiyan.

Girseya gel rê li trafîkê girt, agir dada û bi gerandina govendê serketina QSD'ê pîroz kir.

Li ser avahiya Rote Flora jî fîşekên hewayî hatin teqeandin û kolan bi alên YPG û YPJ'ê hate xemilandin.

Li ser dîwarê Rote Flora jî wêneyên Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven hate daliqandin.