'Serketina HDP'ê bersiva gel a li zilma 90 salî ye'
Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya, Levent Tuzel û Tûrgût Oker, serketina HDP'ê ya di hilbijartinên giştî de nirxandin û destnîşan kirin ku ev serketin serketina gelan e.
Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya, Levent Tuzel û Tûrgût Oker, serketina HDP'ê ya di hilbijartinên giştî de nirxandin û destnîşan kirin ku ev serketin serketina gelan e.
Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya, Levent Tuzel û Tûrgût Oker, serketina HDP'ê ya di hilbijartinên giştî de ji ANF'ê re nirxandin û destnîşan kirin ku ev serketin serketina gelan e. Parlamenterên HDP'ê diyar kirin, ku di vê hilbijartinê de gelan ne tenê bend hilweşandine, di heman demê de zext û zilma dewletê ya 90 sal in li baweriyan, îdeolojiyan, nasname û zayendan dike, hilweşandine. Parlamenteran destnîşan kirin ku ji bo bicihanîna daxwazên aştî, demokrasî û azadiyê yên gelan, ew ê bê tawîz bixebitin.
'DESTPÊKÊ AŞTÎ Û AZADÎ'
Parlamentera HDP'ê ya Herêma 1. a Stenbolê Huda Kaya da xuyakirin ku di xerakirina bendê de gelan, mezlûman bi taybetî jî jinan roleke diyarker lîstine. Kaya diyar kir ku bi hilweşîna bendê re ne tenê AKP parçe bûye, di heman demê de tifaqa bi darbekaran re jî parçe bûye û got, "Gel, vê destûra bingehîn a qedexekar û bendên ku ev 13 sal in darbekar ranakin, parçe parçe kiriye. Gelan êdî berê xwe dane aştî û rojê."
Kaya destnîşan kir ku li Meclîsê helwesta wan a sereke wê aştî û azadî be û got, "Li piştî dîwaran, li pişt çiyê niha bi mîlyonan canên me hene ku li benda aştî û azadiyê ne. Divê em di destpêkê de nefesekê bidin gelên xwe. Dûre jî ji polîtîkaya jinê heta aboriyê, ji xebata civakî heta kedê, ji ekolojiyê heta heta gelek karên din em ê bixebitin. Lê ya destpêkê û sereke aştî û azadî ye."
'EM HÎNÊ DI DESTPÊKA RÊ DE NE'
Parlamenterê HDP'ê yê Herêma 3. a Stenbolê Levent Tuzel encamên hilbijartinê weke "Vî gelî serî li ber zilmê netewand, xwedî li aştiyê, ked û biratiyê derket" nirxand. Tuzel da xuyakirin ku tevî hemû provokasyonan jî nêzîkatiya bi berpirsyar a ciwanan û berxwedêriya jinan bandor li vê serketinê kiriye û destnîşan kir ku gel berê xwe ji dîktatoriyê zîvirandiye û daye ronahiyê. Tuzel anî ziman ku ew ê pêşeroja gel radestî ekîba dizek nekin. Tuzel da xuyakirin ku ji ber rewşa heyî ew gelekî kêfxweş e û destnîşan kir ku heta daxwaza ked, demokrasî û aştiyê ya bi mîlyonên li Tirkiyeyê bi cih were anîn, ew ê li parlamentê, kolanan û febrîqeyan vê têkoşînê dewam bikin. Tuzel got, "Ji bo qezenckirina azadiyên xwe, em hînê di destpêka rê de ne."
Tuzel diyar kir ku bi destpêkirina xebatên wan ên li Meclîsê re weke karê destpêkê ew ê ji bo betalkirina 'Pakêta Ewlekariyê ya Hundir', pêkhatina aştiyê, hilweşandina bendê, serbestberdana girtiyên nexweş, rakirina sîstema taşeron û sererastkirina newekheviya di hatineyan de bikevin nava hewldanan û anî ziman ku ji bo bicihanîna hemû sozên di bernameya hilbijartinê ya HDP'ê de hatine dayîn, ew ê bi hemû hêza xwe bixebitin.
'KOALÎSYON PIRSGIRÊKA PARTIYÊN SERMAYEYÊ YE, NE YA HDP'Ê YE'
Tuzel mijara koalîsyonê ya gelekî li ser nîqaş tê kirin jî nirxand û destnîşan kir ku koalîsyon pirsgirêka partiyên sermayeyê yên dane dû rêveberiya welêt e û anî ziman ku koalîsyon ne pirsgirêka HDP'ê ye. Tuzel got, "Em weke hêzên demokrasiyê divê xwe hîn bêhtir mezin bikin û ji bo dema pêş amadekariyên xwe bikin."
'HDP'Ê EV WELAT JI KARESATÊ RIZGAR KIR'
Parlamenterê HDP'ê yê Herêma 2. a Stenbolê Tûrgût Oker jî da xuyakirin ku serketina HDP'ê ya di hilbijartinên giştî de serketina gelan e. Oker diyar kir ku ev serketin, li hemberî zext û zilma dewletê ya 90 sal in îdeolojî, nasname, bawerî û zayendan dike, bersiva herî watedar a gelan e ku bi yekbûyîn û berxwedanê re dane. Oker anî ziman ku HDP'ê Tirkiye ji karesatekê rizgar kiriye û got, "Tayyîp Erdogan ji bo Tirkiyeyê karesatek bû. HDP'ê Tirkiye ji vê karesatê rizgar kir."
Oker anî ziman ku bi taybetî civata Elewî di vê hilbijartinê de helwesteke serketî nîşan da û destnîşan kir ku wan dizanîbûn di pêvajoyeke bi vî rengî ya krîtîk de wê Elewî bi berpirsyariya xwe rabin. Oker da xuyakirin ku di pêvajoya ji niha û pê ve de, ew ê platformeke ji yekîtiya Elewiyan ava bikin û got, "Mîna Kongreya Demokratîk a Gelan, wê Elewî jî bibin xwedî kongreyekê ku bi hemû cihêrengiyên xwe re li hev bicivin." Oker da zanîn ku weke HDP ew ê hewl bidin hemû pîvanên di bernameya xwe de bicih bînin û destnîşan kir ku ew ê ti carî ji bicihanîna van pîvanan venegerin.