Sendîkaya madenê ya Îngilîz tevlî kampanya ji bo Ocalan dibe

Piştî sendîkayên ku bi milyonan karkeran temsîl dikin, yek ji sendîkayên sereke yên madenê yên Brîtanyayê Durhan Miners Association jî ragihand ku wê tevlî kampanya ji bo azadiya Ocalan bibe.

Kampanya "Azadî ji Ocalan re" (Free Ocalan Campaign) ku gelek sendîkayên li Brîtanya Mezin dest pê kirin, bi tevlîbûna nû mezin dibe.

FESTÎVAL WÊ DIYARÎ OCALAN WERE KIRIN

Serokê Giştî yê sendîkaya kedkarên madenê Durham Miners Association Joe Wînkworth û Sekreterê Giştî yê Sendîkayê Alan Cûmmîngs li ser mijarê daxuyaniyek dan. Hate ragihandin, festîvala bi navê Durham Miners Gala ku ev 134 sal in bi rengekî bê navber li Brîtanya Mezin tê lidaxistin, wê îsal diyarî azadiya Ocalan were kirin. Her sal bi sed hezaran kes tevlî festîvalê dibin.

Sekreterê Giştî Alan Cûmmîngs li ser kampanyayê axivî û got, karê ku wan ji bo lîderê tevgera azadiyê ya Afrîka Başûr Nelson Mandela kir, niha ji bo Oclaan dikin. Cûmmîngs bi bîr xis tku Ocalan jî mîna Mandela dîl hatiye girtin, li giravekê tê hiştin û destnîşan kir ku azadiya Ocalan ji bo wan û sendîkaya wan mijareke girîng e.

Serokê Giştî yê Sendîkayê Jeo Wînkworth jî got, ew hêvîdar e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di demeke kin de azad bibe.

SENDÎKAYÊN KU NÛNERÊN BI MILYONAN KEDKARAN E, PIŞTGIRIYÊ DIDIN

Tevî sendîkaya Durham Miners Association ku sedsala 19'an ava bû, sendîkayên ku bi milyonan kedkarên li Brîtanya Mezin temsîl dikin dest bi kampanya ji bo azadiya Ocalan kiribûn.

Unite the Union ku 1,5 milyon endamên xwe hene û GMB ku 800 hezar endamên xwe hene, par bi civîneke bi heybet a li parlamentê dest bi kampanyayê kiribûn. Ji hingî ve Sendîkaya Karkerên Ragihandinê (CWU), ji sendîkayên mamosteyan NEA-NUT û GFTU, ASLEF, TSSA, FBU û EIS piştgirî dabûn. Rêxistina barhilgirî ya deryayê sendîkaya RMT jî yek ji van bû.

Her wiha Konfederasyona Sendîkayên Brîtanyayê (TUC) jî li gorî banga sendîkayan tevgeriya û di kongreya xwe de biryar da ku ji bo azadiya Ocalan bi rengekî çalak bixebite.