Sendîkavanên Ingilîz: Hewldana ji bo Ocalan şanaziyeke mezin e

Nûnerên sendîkayên GMB û TSSA ku li Ingiltereyê ji bo azadiya Ocalan kampanyayê bi rê ve dibin, gotin ew pê ‘pir şanaz in’ ku ji bo azadiya Ocalan hewl didin.

Di nav pêşengên kampanyaya ‘’Freedom Ocalan’ de ku li Ingiltereyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, mezintirîn sendîkaya 3’yan a welêt Senîkaya Karê Giştî (GMB) jî heye.

Serokê GMB’ê, ku 630 hezar endamên wê hene û yek ji sendîkaya herî dêrîn a wêlêt e, Tîm Roache got ji gelek aliyên cîhanê gelek alîgirê projeya wan a çareserî û aştiyê hene û got, ‘’Ji bo kampanyaya azadiya Abdullah Ocalan bi rê ve dibim û hewl didim ku ev kampanya xurt bibe pir şanaz im.’’

Roache got ev 19 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di tecrîdê de ye û got, ‘’Li dijî mafê mirovan e ku Ocalan parêzerên xwe û malbata xwe nabîne. Tirkiye di vê mijarê de xwedî helwesteke derî aqil e. Ev ego û şerma Tirkiyê nayê qebûlkirin. Ocalan ne ‘terorîst’ e, ji bo çareserî û aştiyeke mayinde hewl dide.’’

ROJHILATA NAVÎN JI OCALAN HÎN DIBE

Roache got Ocalan ji bo ku li Tirkiyê û Rojhilata Navîn aştî bibe aktorekî girîng e û got, ‘’Azadiya Ocalan li Tirkiyê û Rojhilata Naîn wê aştî û çareseryeke mayinde bîne. Ocalan beriya ku were girtin weke niha ne populer bû. Rêya çareseriya demokratîk vedike. A rast Rojhilata Navîn ji Ocalan gelek tiştan hîn dibe.’’

EM PÊ ŞANAZ IN

Roache got wan kampanya 2016’an bi sendîkaya herî mezin a Ingiltere Unît the Unîon re dane destpêkirin, ku 1,5 milyon endamên wê hene û got: ‘’Ji bo ku me ev kampanya daye destpêkirin em li ser navê sendîkayê pir şanaz in. Di kongreya xwe de bi axaftinên li ser vê me dest bi kar kir û me xwe gihande gelek sendîkayan. Em vê didomînin. Bi dostên xwe yên Kurd re em xebatên xwe didomînin.’’

Roache bal kişande ser rewşa Abdullah Ocalan a li derî rewşa mirovan û got ew girîngiyê didine agahdarkirina li ser vê rewşê. Roache wiha domand: ‘’Ka bifikrin, ev 19 sal in li dijî Ocalan sûcê mafê mirovahiyê têne kirin. Di şexsê Ocalan de Kurd divê bi hesasî û hurmeteke mezin werin pêşwazîkirin.’’

OCALAN LÎDERÊ KURDAN E

Roache ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, ‘lehengek e, pir dûrbîn e, lîderekî biaqil e’ û bi nav de çû, ‘’Gelê Kurd îro bi milyonan li pişt Ocalan in. Ocalan lîderê Kurdan e. Tirkiye baş bi vê dizane û sedema ku Tirkiye wiha Ocalan dîl digire ev e. Em pir baş bi van dizanin û em ê desteka xwe ya ji bo Abdullah Ocalan bidomînin.’’

TSSA: DIVÊ OCALAN WERE BERDAN

Di nav destekvanên kampanyaya Freedom Ocalan de Sendîkaya Karkarên Gihandinê ( TSSA) jî heye. Sendîka li Brîtanya û Îrlandayê li hemû qadên sektora gihandinê heye.

Lîderê sendîkayê Manuel Cortes got, ‘’ji bo sendîkaya me enternasyonalîzm rêçek e. Em li rex mirovên têkoşer in.’’ Cortes wiha got: ‘’Li Îrlanda û Brîtanyayê em ji gelan re dibêjin ku Ocalan divê were berdan.’’

EM LI REX KURDAN IN

Cortes dibêje, ‘Hevgirtina mirovên têkoşer yek ji nirxê me yê herî dêrîn e’ û wiha didomîne: ‘’Azadî, mafê miroan û bêyî îzolebûnê tevlêbûna mirovan a li polîtîka û siyasetê mafên herî sereke ne. Helwesta Tirkiyê ya li dijî Kurdan van tiştên ku em dibêjin binpê dike. Ji bo vê jî em biryardar in ku bi Kurdistaniyan re bin.’’

Cortes got ew ê di konfernasa TSSA’yê de ku bi hezaran endamên wê, wê hazir bin, balê bikişîne ser rewşa Ocalan û got: ‘’Ez bawer dikim ku di encama konfernasa me de ji bo Ocalan wê destekeke mezin diyar bibe. Gelê Kurd ji bo azadiya Ocalan bênavber divê têbikoşe’  Cortes herî dawî got, ‘’Ocalan hem ji bo Tirkiyê û hem ji bo Rojhailat Navîn û cîhanê mînak e. Aştiya mayinde û gihaştî wê pê were.’’

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka, Erem Kansoy