Selahattîn Demîrtaş: Demekî dirêj bi vî awayî dewam nake

Başak Demîrtaş a ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê ziyaret kir got: Rewş, tendirûstî û moralê Hevserok pir baş e. Di wê baweriyê de ye ku ev bêhiqûqî hê zêdetir dewam nake.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salahattîn Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Edirneyê tê girtin ji aliyê hevjîna wê Başak Demrîtaş ve hate ziyaretkirin.

Başak Demîrtaş a ku ji girtîgehê veqetiya ji rojnamevanan re diyar kir ku rewşa Demîrtaş baş e û wiha got: “Rewş, tendirûstî û moralê Hevserok pir baş e. Silav li her kes û gelan kir. Di wê baweriyê de ye ku ev bêhiqûqî hê zêdetir dewam nake. Wiha got: ‘Bila her kes vê baş bizane, demekî dirêj dewam nake.’