Şehîdên meha Gulanê li Stockholmê hatin bîranîn

Şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn.

Şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn.

Li vê merasîma bîranînê, wêneyên şoreşgerên jiyana xwe ji dest dan, bi kulîlkan hatin xemilandin. Siysetmedarê Kurd Hamît Yilmaz li vir axivî û destnîşan kir, ku destketiyên li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî yên li Rojava û Bakurê Kurdistanê bi saya têkoşîna şehîdan e. Yilmaz diyar kir, xwedîderketina li şehîdan bi dewamkirina têkoşîna wan dibe.

Yilmaz da zanîn, dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê operasyonên qirkirina siyasî dimeşîne, peymanên navneteweyî binpê dike, serî li her rêbazeke bê exlaq dide, çekên kîmyewî bi kar tîne, mirovan dişewitîne û işaret bi êrîşên li hemberî HDP'ê kir.

Yilmaz ragihand, Erdogan û hikûmeta AKP'ê ji aliyekî ve bi tank, top û balafiran êrîşî berxwedana xwerêveberiyê dike û di heman demê de ji bo tesfiyekirina gelê Kurd li platforma legal, destnedana parlamenterên HDP'ê rakir. Yilmaz destnîşan kir, rêya têkbirina van hemû êrîşan, bi têkoşîn û biryardariya şehîdên meha Gulanê dibe.

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

...