Şehîdên meha Cotmehê li Basel û Bîelê hatin bîranîn

Li bajarên Bîel û Baselê yên Swîsreyê, şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ya li Baselê bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre sînevîzyonek hat nîşandan û li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan, Meclîsa Jinan a Ronahî ya Baselê û DEM-KURD'ê axaftin hat kirin.

Merasîma bîranînê bi xwendina helbestan û stranên hunermendên TEV-ÇAND’ê bi dawî bû. 

BÎEL

Merasîm li avahiya DEM KURD’ê ya Bîelê pêk hat û bi sedan kes lê amade bû. Merasîm, bi rêzgirtin ji bo gerîlayên jin yên jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. 

Di merasîmê de, li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan, Komuna Jinan a Arîn Mîrkan û Rexistina Jinan ya Kurdên Swîsreyê axaftin hatin kirin. 

Merasîm piştî nîşandana sînevîzyonê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.