Şehîdên Cotmehê li 4 bajaran hatin bîranîn
Şehîdên Cotmehê li bajarê Zurîch û St. Gallen ên Swîsreyê, li bajarê Montpellîer ê Fransayê û li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Şehîdên Cotmehê li bajarê Zurîch û St. Gallen ên Swîsreyê, li bajarê Montpellîer ê Fransayê û li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Şehîdên Cotmehê li bajarê Zurîch û St. Gallen ên Swîsreyê, li bajarê Montpellîer ê Fransayê û li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê hatin bîranîn.
ZURÎCH / ST. GALLEN
Li bajarên Zurîch û St. Gallenê, ji bo bîranîna şehîdên meha Cotmehê, merasîm hate lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, sînevîzyona li ser şehîdên meha Cotmehê hat nîşandan.
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê axaftin hatin kirin. Îsmîhan Ok li merasîmê axivî û got, "Şehîd nîşaneya nirxên me yên manewî û rastiya Rêbertiya me ye. Me berdêlên gelekî giran dan. Di şexsê Bêrîtan, Ronahî, Meryem Çolak, Çerkez Hêlîn, Gûrbetellî Ersoz de jinên Kurd xeta xwe ya berxwedanê afirandin. Ji bo me cihê serbilindiyê ye ku pêşengên me yên bi vî rengî hene."
Dayika şehîd Suleyman Şaşkara Xecê Şaşkara jî li vir peyivî û got, "Banga min li her kesî ye; roj ev roj e. Bi bidestxistina Kurdistanê re em dikarin bersiva herî bedew bidin şehîdên xwe." Bang li her kesî kir ku li dora têkoşînê li hev bicivin. Merasîm bi qîrîna dirûşma "şehîd namirin" qediya.
MONTPELLÎER
Li bajarê Montepellîer ê Fransayê, di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a PKK'yî de şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Zubeyde Denîzhan axivî.
Denîzhan got, "Em soz didin ku em ê dilsozên bîranîna hevala Bêrîtan bin û çi ji destê me tên bikin. Em di pêvajoyeke gelekî girîng de ne. Em ê dilsozên şehîdên xwe bin û têkoşînê mezin bikin."
Siyasetmedarê Kurd Cûma Tak jî bal kişand ser berxwedan û berdêlên gelekî mezin ên gelê Kurd û got, "Eger gelek azad be, divê were zanîn, ku bi berxwedanê azad bûye. Kê azadî xwestibe, berdêla wê jî daye. Azadî bi hêsanî bi dest nakeve. Lazim e ji bo vê şer were kirin û em jî vî şerî dikin. Di şexsê hevala Bêrîtan de divê lêgerîna me ya li azadiyê di xeta wê de be."
Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bê Serok jiyan nabe" qediya.
TROÎSDORF
Li navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê, Saziya Malbatên Şehîdan Navenda Civaka Demokratîk û Tevgera Jinên Kurd ji bo bîranîna şehîdên Cotmehê civînek lidar xistin.
Aktîvîsta jinê Zîlan Serhed li vir axivî û anî ziman, ku ji ber di vê mehê de gelek şehadet çêbûne, meha Cotmehê di nava dîroka têkoşîna PKK'ê de gelekî watedar e.
Ji Saziya Malbatên Şehîdan dayika Asya ya ji Rojavayê Kurdistanê bal kişand ser cihê şehadetê di têkoşînê de û got, "Ji ber giraniya vê yekê, luksa Kurdan nîne ku êdî şaşitiyan bikin."
Ji Saziya Malbatên Şehîdan dayika Rojîn jî got, "Şehîdên me pêşengî ji me re kirin. Weke gel jî me dan ser şopa wan û em li ser şopa wan dimeşin."
Piştî axaftinan, li ser jiyan û têkoşîna Şehîdên Cotmehê sînevîzyon hat nîşandan.