Saziyên Afrîka Başûr ji bo Efrînê bang kirin

Sendîka û hiqûqnasên navdar ên Afrîka Başûr nameyeke vekirî weşandin û ji bo komkujiyên li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin bên qedandin bang kirin.

Yekîtiya Parêzerên Demokratîk a Neteweyî ya Afrîka Başûr (NADEL), mezintirîn sendîkaya  Afrîka Başûr COSATU û Koma Çalakiye ya Mafên Mirovan a Kurd li Afrîka Başûr (KHRAG) nameyeke vekirî weşandin û li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk li Efrînê dike, bang kirin.

Di nameyê de hate ragihandin ku hikumeta Tirk zêdeyî meheke êrîş dike û bi bahaneyan hewl dide komkujiyên ku li jin û zarokan kiriye veşêre. Hate bibîrxistin ku dewleta Tirk êrîşî qadên sivîl ên weke dibistan, nexweşxane û îbadetxaneyan dike û işaret bi fikarên li ser bikaranîna çeka kîmyewî hate kirin. Di nameyê de hate destnîşankirin ku bi rengekî vekirî sûc hatiye kirin.

Saziyên Afrîka Başûr diyar kirin ku nêzî 3 hezar bomberdûman li Efrînê hatine kirin, ji ber vê yekê gelek mirovan jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran mirov penaber bûne û xaniyê wan xera bûne.

HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN Û SÛC TÊ KIRIN

Di dewama nameya vekirî de hate ragihandin ku mafê serweriyê û yekparebûna axa Sûriyeyê hatiye binpêkirin û hate gotin, "Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser gelê Efrînê bi taybetî ya li dijî gelê Efrînê, bi awayekî vekirî binpêkirina hiqûqa navneteweyî û binpêkirina yekparebûna axê û azadiya gelên Sûriyeyê ye."

Di nameyê de hate destnîşankirin ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî gelê sivîl nabe ku bêceza bimîne û hate gotin ku bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û saziyên wê ne rast e. Saziyan destnîşan kirin ku gelê Efrînê li benda piştgiriya navneteweyî ye û divê bersiv ji vê bangê re bê dayin.

ÊRÎŞÊN ERDOGAN DIKEVIN ÇARÇOVEYA PEYMANA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ YA LI SER SÛCÊ QIRKIRINÊ

Di nameya vekirî de hate ragihandin ku êrîşên ji aliyê rejîma Erdogan ve tên kirin dikevin çarçoveya Peymana Cezakirin û Pêşîgirtina li Sûcê Qirkirinê ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 1948'an û hate gotin ku divê êrîşên li dijî Efrînê bêceza nemînin. Ji bo pêşî li komkujiyên ku leşkerên Tirk dike bê girtin ji Neteweyên Yekbûyî û saziyên wê hate xwestin ku bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.

Her wiha ji Yekîtiya Parêzeran a Demokratîk a Navneteweyî (IADL) û Amnesty International hate xwestin ku li dijî sûcên şer ên ku Tirkiyeyê kiriye bikevin nava liv û tevgerê û dozê vekin.