Salvegera damezrandina PKK'ê li Adigeyê hate pîrozkirin
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, 38. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, 38. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê dijîn, 38. salvegera damezrandina PKK'ê bi çalakiyekê pîroz kirin. Pîrozbahî ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê û Organîzasyona Jinên Kurd a Adigeyê ve hat organîzekirin û li salona konserê ya Navenda Çandê ya Adigeyê pêk hat. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
'HETA KU PKK Û RÊBER APO HEBIN, EM Ê BI SER BIKEVIN'
Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Feyzo Huseyîn ji beşdaran re axivî û got, "PKK'ê felsefeya jiyanê ya gelê Kurd guherand û ew hînê têkoşîna ji bo azadiyê kir. Îro li çar aliyên Kurdistanê bi sed hezaran ciwanên Kurd li ser şopa PKK'ê û Rêber Apo ne. Dibe ku di tevahiya dîrokê de cara yekê ye Kurd ne ji bo hinekan, lê ji bo xwe têdikoşe. Ev yek jî bû sedem ku PKK di nava Kurdan de gelekî hêja bê dîtin. Heta ku PKK û Rêber Apo hebin, wê gelê Kurd bi ser bikeve."
Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Sînem Broyeva jî got, "Ne tenê jinên Kurd, divê hemû jinên li Rojhilata Navîn bi coşeke mezin pîroz bikin. PKK'ê hînî jinan kir ku ji bo azadiya xwe têbikoşe û xwe bi vîna xwe bi rê ve bibin. Lewma PKK'ê jin ji nû ve afirand."
Pîrozbahî bi stranên Armanc, Roj Azad, govenda Koma Kardos, koroya zarokan û hunermendên herêmî dewam kir.