BI DÎMEN

Li nuqteya artêşa Iraqê ya rojavayê Şengalê teqînek mezin rû da

Li gorî agahiyan, piştî balafirên bêmirov li ser Şangalê geriyan li nuqteya artêşa Iraqê ya li rojavayê Şengalê teqînek mezin rû da.

Di saetên serê sibê de li ezmanê Şengalê û ser sînorê Rojavayê Kurdistanê tevgera balafirên bêmirov çêbû. Nehat zanîn ku bê balafirên bêmirov aîdê kê ne. 


Piştî tevgera balafiran li nuqteya artêşa Iraqê ya li rojavayê Şengalê teqîneke mezin rû da. Dengê teqînê ji navenda Şengalê jî hat bihîstin. Piştî teqînê dûmaneke reş bi ser nuqteya leşkerên Iraqê de ket.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, teqîn ji ber bombebarana balafirên bêmirov qewimiye. 

Lê leşkerên Iraqê yên li wir bi cih bûne gotin ku cebilxaneya wan hedef hatiye girtin û teqiyaye.
Heya niha Artêşa iraqê û rayedarên Iraqê bi awayeke fermî derbarê teqînê de tirştekî fermî parvenekirine.