Tulay Hatîmogûllari li Samandagê ye: Em ê bihostek axa xwe bernedin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mîtînga li dijî "Qanûna Herêmên Parastinê" ya li Samandagê de axivî, diyar kir ku armanca bingehîn guhertina demografyaya bajêr e û got, "Em ê bihostek axa xwe jî bernedin."

Li navçeya Samandagê ya Hatayê li Yenî Parkê bi şiyara “Li hemberî rezervê Samandagê diparêzin” mîtîngek hat lidarxuistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari jî beşdarî mîtînga ku bi pêşengiya Platforma Ji Rezerveyê re Na hat lidarxistin bû.

Li ser navê platformê endamê Meclisa Şaredariya Samandagê Îbrahîm Aydogan axivî û bal kişand ser tiştên ku di erdhejê de qewimîn û destnîşan kir ku ew qadeke rezervê naxwazin. Aydogan, diyar kir ku divê dewlet mal û milkê gel biparêze û wiha got: "Hikûmet bi qanûna omnibusê hewl dide ku mafê milkiyetê bibe wesîleya qezencê. Em ê ti carî destûrê nedin vê." 

Piştre Serokê Baroya Hatayê yê berê Parêzer Cîhat Açikalin axivî û got, "Em 16 meh in bi destwerdanên li ser ekolojî û demografyaya me dikin. Ev destwerdana li rêveberiyên herêmî ye. Êdî pêwîstî bi tayînkirina qeyûman nemaye.”

Herî dawî Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tulay Hatîmogullari jî bal kişand ser girîngiya hevgirtina civakî û wiha got: “Me careke din di vî warî de dît ku çawa ku ji kêliya yekemîn a şoreşê ve me karî birînên hev girêbidin û bi hev re bin. Em careke din bi hev re ne û teqez em ê bi ser bikevin.

'EM Ê AXA XWE BERNEDIN'

Dixwazin bi sepana herêma rezervê demografiya herêmê biguherînin. Li herêma erdhejê ji destpêkê ve cudakariyek mezin heye. Ev cudakarî armanc dike ku avahiya me ya demografîk biguherîne. Niha dema ku herêma rezervê îlan dikin wiha dibêjin; Tu nikarî mudaxele bikî ez kî bînim taxa te, ez ê bînim. Dê li vir xaniyên komî ava bikin û kesên ne ji Samandagê ne di wê xaniyên girseyî de bi cih bikin. Yek ji sedemên dijberiya me jî ew e ku bi êşa erdhejê êrîşî çand, bawerî, nirx û zimanê me dikin. Em tu carî destûrê nadin vê. Her niştecihê taxê dê li taxa xwe bimîne. Bila bêjin ku ji bo guhertina pêkhateya demografîk tu kesî nexin hundir.  Bi berxwedanê em ê bi têkoşînê bi ser bikevin. Em ê bihostek axa xwe jî nedin wan. Em ê teqez bi ser bikevin.”