BI DÎMEN

Gerîlayên YJA Starê bi meşaleyan Newroz pîroz kirin

Gerîlayên YJA Starê li çiyayên Kurdistanê bi meşaleyan Newrozê pîroz kirin.

 

Beriya pîrozbahiyê li tunela berxwedanê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her çend di dîrokê de zalimên mîna Dehaqan hebûn, lehengên mîna Hesinkar Kawa û Mazlûman jî li hemberî wan hebûn.

Her wiha bal kişandin ser pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha hate gotin: "Ev pêngav nîşan dide ku paradîgmaya Rêber Apo gerdûnî bûye."

Gerîlayan diyar kirin ku têkoşîna li Îmraliyê ji Ewropayê heta Efrîkayê li çar aliyê cîhanê belav bûye. Gerîlayan Newroza Abdullah Ocalan, berxwedêrên zindanan, dayikên berxwedêr, gerîla û gelên cîhanê bi “Ruhê jin jiyan azadî pîroz kirin.

Piştî daxuyaniyê hat dîtin ku gerîlayên jin meşaleyên di destên xwe de pêxistin û ji tunelê derketin, dirûşme berz kirin û sirûdên berxwedanê gotin.