Rûyê rast ê Erdogan li karnavala Nîce hate nîşandan
Makêteke mezin a Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, tevî yên Trûmp û Pûtîn li karnavala Nîce hate nîşandan.
Makêteke mezin a Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, tevî yên Trûmp û Pûtîn li karnavala Nîce hate nîşandan.
Karnavala Nîce 17'ê Sibatê dest pê kir û wê heta 3'ê Adarê bidome. Cara 134'an e ku ev karnaval tê lidarxistin Tê payin ku nîv milyon mirov serdana karnavalê bikin.
Karnaval sal û nîvekê piştî komkujiya Nîce pêk hat. 14'ê Tîrmeha 2016'an bi qemyonê êrîşek li navenda bajarê Nîce hatibû kirin û 86 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 458 kes jî birîndar bûbûn. Çeteyên DAÎŞ'ê ku pişta xwe dispêrin dewleta Tirk ev komkujî li xwe girtibûn.
Di karnavala îsal a Nîce de makêtên mezin ên Erdogan, Pûtîn û Trûmp bal kişandin. Makêtên mezin ên serê gelek lîderan, mîna Emmanûel Macron, Kîm Jong-ûn û Theresa May jî hatin nîşandan.