ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Koma çalakiyê ya 'Keştiya Azadiyê' ku doh dest bi bernameya xwe kir, bi partî û saziyên civaka sivîl re hevdîtin kir. Heyet wê îro ji Atînayê berê xwe bide Napolî.

Gerîlayên YJA Starê ku bi pêngava Cenga Xabûrê bersivê didin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, destnîşan kir ku dijmin di dema herî lawaz de ye û nikare îrade û baweriya gerîla bişikîne.

Yek ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê Bild ragihand ku koçberkirina Kurdan a ber bi Belarusê karê rejîma Erdogan e. Li gorî rayedarên polîsên sînor ên Elman, koçber bi seferên taybet ên THY'ê ji bo Minskê hatin veguhastin.

Ji bo balê bikişîne ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, Federasyona Fed-Med NRW û YJK-E NRW li ber Parlamenta NRW'ê ya li Dusseldorfê kon vedan. Çalakî wê 5 rojan dewam bike.

Ferît Şenyaşar ku 246 roj in li ber Edliyeya Rihayê tevî dayika xwe ji bo edaletê têdikoşe, wiha axivî "Wezîrê Edaletê tevlî merasîman dibe û qala edaletê dike. Lê belê zilma li me tê kirin ji nedîtî ve tê."

Bernameya 'Dengê Ciwanan' ku ji aliyê Tevgerên Ciwanan ên li Ewropayê hate destpêkirin, li ser platformên medya dîjîtal dest bi weşanê kir.