ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8’ê Tebaxa 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ku li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

-Nobeta azadiyê ya ku ji Strasboûrga Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî kete heftiya 320’î.

-Sedema zêdebûna dowîzê ya li bara lîreyê Tirk  hem li derve û hem li hundir pênebaweriya bi aboriyê tê nişandan.

- Bi krîza dîplomatîk a DYA’yê re her kêlî li bara dolaran lîreyê Tirk ji qîmetê dikeve û ti nirxê wê namîne.  Piştî ku DYA’yê got wan biryara pêkirina aborî li ser Tirkiyê daniye 1 dolar çû 5.4 lîreyî û vê pişta esnafan şikannd.

- Hevserokê Pergala Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fuat Berîtan krîza Îranê, şerê di navbeyna DYA-Îranê de û geşedanên li Rojhilata Navîn nirxand. Berîtan got heke DYA ji daxwazên xwe re bersivê nebîne dibe ku bi Îranê re bikeve pozîsyona şer.

- Qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Mezin a Wanê û yê hatî ser Şaredariya Erdîşê ji b ku elektrîka şebekeya avê nedane ev 10 roj in av li ser nifûsa bi 200 hezar nifûsî birîne.

- Li Iraqê li dijî gendeliyan serhildana gel didome, li Bexdayê ku hê hikûmeta nû jî ava nebûye û ji bo çareseriya pirsgirêkê qels dimîne.